Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul êrîşa li hemberî welatiyên elewî yên li Bajaroka Surgu ya girêdayî Navçeya Wêranşara Meletiyê şermezak kir û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi van polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê rê li pêş komkujiyek nû vedike. Divê hikûmet û dewlet dest ji van polîtîkayên xwe berde."
Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul têkildarî êrîşa li hemberî welatiyên elewî yên li Bajaroka Surgu ya girêdayî Navçeya Wêranşara Meletiyê daxuyanî da. Bulbul di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Êrîş li ser fermana hikûmeta AKP'ê pêk hatiye. AKP bi vê hewldan û polîtikayên xwe yên înkar û îmhayê rê li pêş komkujiyên nû vedike. Ev yek nayê qebûlkirin. Hikûmeta AKP'ê baweriya elewîyan qedexe dike û rê li pêş jiyandina bîr bawerî û çanda elewiyan digire.
Bi demboriya komkujiya Madimakê rê li pêşiya komkujiyên din vekir. Bi zagona Tekke û Zaviye ya sala 1925'an baweriya elewiyan hate qedexekirin. Bîranîna Madimakê hate qedexekirin. Serokwezîr Erdogan her tim bi daxuyaniyên xwe fermanê dide komkujiya elewiyan.
'HIKÛMET BI QANÛNA NÛ YEK OLÎ ARMANC DIKE'
Bulbul da zanîn ku, hewldana komkujiyê ya li Surguyê bi fermana rayedarên dewletê û hikûmetê pêk hatiye. Rayedarên dewletê li hemberî vê hewldana komkujiyê bêdeng mane. Vê bûyerê ji rêzê dibînin û AKP bi polîtîkayên înkarê nêzîk dibin. Ev yek rê li pêşiya komkujiyên nû vedike.