Polîsên Tirk li Enqereyê êrîşî parazvanên mafên mirovan kirin

Polîsên Tirk bi çekan êrîş bir ser parêzer û parazvanên mafên mirovan ê li Enqereyê. Endamê Komîsyona Greva Birçîbûnê, gelek kes hatin destgirkirin.

Komîsyona Grevên Birçîbûnê ku bi armanca şopandina çalakiyên ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, xwest li pêşiya YKM ya Kizilayê daxuyaniyê bide. Di komîsyonê de Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komaleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) cih digirin.

Dihat payîn ku piştî kom daxuyaniyê bide, raporeke di derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de pêşkêşî Wezareta Dadê bikin. Lê belê polîsê Tirk nehişt û ji çalakvanan xwest ku belav bibin. Li ser israra çalakvanan polîs bi çek û fişekên gazê êrîş bir ser komê.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqereyê Fatma Kiliçarslan a ji serê xwe derb xwarî, rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku Kiliçarslan piştî nexweşxaneyê hatiye destgîrkirin.

Polîsên rejîma AKP-MHP’ê parêzer Kenan Maçoglu, Veysi Eksi, Ahmet Baran û Bulent Aşa jî destgîr kirin.

Hate diyarkirin ku piştî êrîşa polîsan, wê kom biçe avahiya ÎHD’ê û li vir daxuniyê bide.