Polîsên Tirk ên li nava kolanên Amedê belav bûn êrîşî gel dikin!
Girseya gel a ku piştî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê, rastî êrîşa polîsên Tirk hat.

Li Sûrê, ji wesayîtên bi marka Road Ranger gule li gel tên reşandin. Kesên rûyê wan bi maske girtî yên ji van wesayîtan peya bûn, bi çekên giran li nava kolanan belav bûn.
Tîmên taybet ên Tirk ku ji aliyekî ve ji wesayîtên zirxî guleyan li gel direşînin, li aliyê din sixêfan li mirovan dikin û hewl didin mirovan tehrîk bikin. Piştî êrîşan, gel ketin hundirê dikan û malên xwe. Ev tîmên taybet ên Tirk ên rûyê wan bi maske girtî ne, hînê li nava kolanan e û gefê li gel dixwin.
LI ROJNAMEVANAN XISTIN
Polîsan di dema êrîşê de xebatên çapemeniyê jî hedef girtin. Polîsên Tirk bi qundaxa çekê li rojnamevanan xistin û rojnamevan Rojhat Aslan birîndar kirin.