Polîsên Tirk dîsa êrîşî xizmên girtiyan kirin

3 dayikên ku xizmên girtiyan in ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xwestin li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin. Polîsan êrîşî dayikan kir û ew destgîr kirin.

Sê dayikan ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş xwestin li ber Edliyeya Çaglayanê çalakiyekê bikin. Polîsan êrîşî çalakgeran kir. Çalakiya ku bi beşdariya parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum wê pêk bihata, qedexeya qeymeqamtiyê weke hincet nîşan dan û hat astengkirin. Gotinên midûrê polîsan ê ku biryara destgîrkirina xizmên girtiyan da bal kişand. Dayika ku xizmê girtiyan e ku di dema destgîrkirinê de derdê xwe ji midûrê emniyete re got “Her roj serdegirtin û zilm tê kirin. Zarokên me nexweş in û nabin nexweşxanê” rastî bersiva “Ji ber zarokên we zarokên me di gorê de ne” hat. Dayikên ku bi lêdanê hatin destgîrkirin, bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanê" bertek nîşanî vê pêkanînên kêfî dan.

'NAXWAZIN ÊŞKENCEYÊN LI GIRTÎGEHÊN BÊN BIHÎSTIN!’

Polîsan destûr nedan ku rojnamevan dîmenan qeyd bikin. Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî destgîrkirinan da û wiha axivî;

"Gelo qeymeqam dikare biryareke derqanûnî bide? Gelo dikare biryareke keyfî bide? Ji ber daxuyaniya 4 dayikên li vir dibe ku bibe sedema çi pirsgirêka ewlekarî û tenduristiyê ya gel? Li vir dema ku daxuyaniyên din nebe pirsgirêk, daxuyaniya dayikan çi pirsgirêkê derdixe holê? Eşkere ye ku ew naxwazin raya giştî bibihîse ka li girtîgehan çi diqewime, ji raya giştî dixwazin qetlîamên li girtîgehê veşêrin. Ew sûcên li girtîgehan dikin baş dizanin. Baş dizanin ku li girtîgehan êşkenceyê li mirovan dikin, mirovên li girtîgehan ber bi xwekuşitnê ve dibin. Em hemû jî baş dizanin ji ber girtiyên nexweş derman nakin wan terkî mirinê dikin. Nexweşên pençeşêrê nayên dermankirin.”

Gulum destnîşan kir ku li welat girtîgeh bûne amûra bêdengkirina civakê û got, "Peyama ger ku hûn dengê xwe bikin, cihê we girtîgeh e û tu garantî nîne ku hûn bijîn  didin me " û banga bilindkirina berxwedanê kir.