Polîsên Alman dest danîn ser tîşortên Ocalan

Polîsên Alman dest danîn ser tîşortên Ocalan

Xwepêşandana Kurdan a ku bi boneya protestokirina yekemîn salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Almanya Berlînê li dar xistin, li rastî helwestek tund a polîsên Alman hat. Polîsên Alman dest danîn ser tîşortên ku wêneyên Ocalan li ser bûn û alozî di navbera ciwanên Kurd û polîsên Alman de qewimî.

Tecrîda lis er Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de li Almanyayê, li gelek bajarên Ewropayê tê protestokirin. Xwepêşandana ku îro bi vê boneyê li Berlînê hat li dar xistin li rastî êrîşa polîsên Alman hat.

Kurdan saet di16.00 de xwestin di xwepêşandanê li ber DêraYikik a dîrokî posterên Ocalan vebikin. Lê li rastî mudaxelaya polîsan hat. Di xwepêşandanê de ciwana tîşortên wêneyên Ocalan li ser bûn li xwe kirin. Li derdora xwepêşandana girseyî ya Kurdan tedbîrên berfireh hat girtin.

Çepgir û şoreşgerên TIrkiyeyî jî piştgirî dan çalakiya Kurdan. Di xwepêşandanê de ji hikûmeta Alman hat xwestin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rol bileyîze.