Alîkarê komîser yê ku bi kurê parlementerê AKP’yî re nîqaş kir û bi sirgûnkirinê gef lê hat xwarin, bi lez ji erkê hate dûrxistin.
Serokê Qolê Ciwana yê AKP’ê Omer Ûzûn ku kantîna Emniyeta Dortyolê ya Hatayê dida xebitandin bi polîsê bi navê Alper Atîlla re nîqaşkir û gefa dê te sirgûn bikim lêxwar. Ûzûnê ku xwest unîformayên Atîla derxîne piştre bang li hevalê xwe kurê Parlementerê AKP’ê yê Hatayê Bayram Turkoglû kir. Kurê parlementerê AKP’yî Îstemî Kagan Turkoglû jî hate baxçeyê emniyetê û gef li polîsan xwarin.
Li gorî nûçeya Rojnameya Aydinlikê, alîkarê komîser Mûrat Emer dema mudaxeleyî bûyerê kir û li kurê wekîl Turkoglû hişyariya, “Tu nikarî bi memûrê min re wisan biaxivî.”
Midûriyeta Polîsan ya Dortyolê hêjmarek gelek ya polîsan anîn odeyekê rêzkirin û hêjmar dan destê wan, her wiha xwest polîsên bi Serokê Qola Ciwana ya AKP’ê 3u kurê Parlementerê AKP’ê re nîqaşkirîn tespît bikin. Îstemî Kagan Turkoglû alîkarê komîser yê bi wî re nîqaşkirî tespît kir, balkêş bû ku di dema tespîtê de şêwirmendê Parlementerê AKP’ê yê Hatayê BAyram Turkoglû jî li Midûriyeta Polîsan amade bû.
Her wiha roja piştî bûyerê alîkarê komîser Mûrat Emer yê kurê parlementerê AKP’ê hişyar kirî, bi lez ji kar hate dûrxistin.