Polîsê ‘dagirker’ giliyê wekîla Çepên Kesk kir
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê bi hinceta ku Parlementera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî polîs weke ‘dagirker’ pênase kir, giliyê Sakî kir.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê bi hinceta ku Parlementera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî polîs weke ‘dagirker’ pênase kir, giliyê Sakî kir.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê (EGM) bi hinceta ku Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî ji polîsên êrîş kiribûn re gotibû “dagirker”, giliyê Sakî kir.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya beriya giliyê midûriyetê, têkildarî mijarê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Ez, parlamentera HDP’ê ya ku ji polîsên me yên mudaxaleyî çalakiya bêdestûr kirin re heqareta ‘dagirker’ kiriye, şermezar dikim.”