Polîsan êrîşî xizmên windayan kir: 8 binçavî

Polîsan êrîşî xizmên windayan kir: 8 binçavî

Malbata Hasan Gulunay yê ku di sala 1992'yan de di binçavan de hate windakirin û parêzvanên mafên mirovan ji bo Gulunay li ber Lîseya Galatasarayê pankart vekirin, rastî terora polîsan hatin. Di encama êrîşa de 8 kes hatin binçavkirin.

Piştî çalakiya Dayîkên Şemiyê ya ji bo aqubeta kesên ku di bin çavan de hatin windakirin û kuştinên kiryar nediyar bên zelal kirin, li Qada Galatasarayê pêk tînin, ji bo Hasan Gulunay yê ku di 20'ê Tîrmeha 1992'yan dema ku ji mala xwe derket hate binçavkirin û hate windakirin malbatê û parêzvanên mafên mirovan li kafeyekî ku li ser Kolana Îstîklalê ye, pankarta "Hasan Gulunay li kuye-Kesên windahiyan dikin dê winda bikin" vekirin.

Polîsan bi bombeyên gazê bi awayekî tund êrîşî li kesên pankart vekirin kir û 8 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin slogana "Zext me bêzar nakin" berz kirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de hevjîna Hasan Gulunay Bîrsen Gulunay û zarokên wî Denîz û Cîhan jî hene. Parêzvanên mafên mirovan û Dayîkên Şemiyê bertek nîşanî binçav kirinan dan.

Dayîkên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ji bo kesên hatin binçavkirin serbest bên berdan ber bi Navenda Polîsan ya Taksîmê ve meşiyan û li kolana qereqola polîsan barîkat danîn. Polîsan diyar kir ku, kesên hatin binçavkirin ji aliyê polîsên sivîl ve birine Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê.