PM’a DEM Partiyê biryara 'Komîsyona Lihevkirinê ya Bajêr' wergirt

PM’a DEM Partiyê di civîna ku li ser hilbijartinên herêmî nîqaş kirin de, biryara koordînasyoneke lihevkirinê yê bajêr bê avakirin û ji hêla komîsyona ji endamên PM’ê û rêxistinên sivîl pêk tê were birêvebirin wergirt.

Civîna Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Wekheviya û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dawî bû. Hate hînbûn ku encamnameya civînê wê sibê bi nivîskî bê ragihandin. Hat diyarkirin ku di civînê de gelek mijarên girîng hatine nîqaşkirin û biryar hatine girtin. Rojevên sereke yên civîna ku bi qasî 7 saetan dewam kir ev bûn; nîqaşên hilbijartinên herêmî û hewldanên rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

HELWESTA ZELAL WÊ LI MYK’Ê BÊ DIYARKIRIN

Di civînê de serdanên dawî yên DEM Partiyê ya bi partiyên siyasî re kiribûn hatin nirxandin û tê payîn ku di encamnameya wê sibê bê eşkerekirin de derbarê stratejiya hilbijartinên herêmî de biryarek zelal neyê ragihandin. Hat diyarkirin ku biryara dawî ya DEM Partiyê wê piştî Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku roja Duşemê bê lidarxistin, eşkere bibe.

PEYWIRA DESTNÎŞANKIRINA NAMZETÊN 81 BAJARAN HATE DAYÎN

Xaleke din a rojeva DEM Partiyê ew bû ku wê li kîjan bajaran namzetan destnîşan bike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civîna PM’ê de peywira destnîşankirina namzetên 81 bajaran dane hevserokan û MYK’ê.

WÊ KOORDÎNASYONA LIHEVKIRINÊ YA BAJÊR BÊ AVAKIRIN

Di civînê de biryar hat dayîn ku beriya hilbijartinên Tirkiye û Kurdistanê li ser mijara "lihevkirina bajêr” koordînasyonek bê avakirin û komîsyonek ji endamên PM û rêxistinên sivîl pêk tê wê xebatên navborî bi rê ve bibe.

SERDANA CHP’Ê

Derbarê serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de jî wiha hat gotin: "Ev tenê serdan e, niha tu hevpariyek dernektiye.” Her wiha nêrîna ku helwesta CHP’ê ya di hilbijartinên Gulanê de rast nehat dîtin û di vê pêvajoyê de bi awayekî zelal pêvajo were birêvebirin derket pêş.

TÎP WÊ LI KU NAMZET NÎŞAN BIDIN?

Her wiha nêrîna Partiya Karkerên Tirk (TÎP) li ser hilbijartinê ku dibêje, “Bêyî ku di hilbijartinê em hevdu bixitimînin, cihê ku em bi xwe bawer in hene, em ê ji wir namzetên xwe destnîşan bikin û di vê çarçoveyê de xebatên me hene” hate rojeva civînê.