Platforma ji Ocalan re Azadî bi sefîran re hevdîtin pêk anî

Platforma ji Ocalan re Azadî bi sefîran re hevdîtin pêk anî

Ji berdevkên ‘Platfoma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî’ Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna û aktîvîsta Mafê Mirovan Eren Keskîn, bi rayedarên Balyozxaneya Almanya, Franse û DYA’yê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinên hatin kirin de Ayna û Keskîn bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin kir ku ji bo gelê kurd bigihêje statuyeke azad û demokratîk divê Ocalan di hawireke azad de muzakere pêre bê kirin.

Berdevkên ‘Platfoma Ji Bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî’ Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna û aktîvîsta Mafê Mirovan Eren Keskîn di navbera 3-6’ê tîmrehê de li Balyozxaneya Fransayê bi musteşarê yekemîn Bernard Chappedelaîne û berpirsê polîtîkaya hundir û çapmeniyê Julîen Le Lan, ji balyozxaneya Komara Federal a Almanyayê bi berpirsê Polîtîkaya Hundir Musteşar Tobîas Grothe û bolyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Dîplomat Stavey L Jones û musteşar Yurî Kîm re hevdîtinpêk anîn. Berdevkên platformê di hevdîtinê kirin de der barê hedef û armancên platformê de agahî dan û diyar kirin ku hevdîtin jî di hewayeke baş derbas bûne.

HETA OCALAN AZAD NEBE, MUZAKEREYEK BAŞ PÊK NAYÊ

Di hevdîtinan de Ayna û Keskîn di mijara gelên pelçiqandî de ji rayedarên balyozxanyran diyar kirin ku di areneya navnetewî de ji bo gelên din çi tê nasîn divê ji bo kurdan jî bê nasîn. Ayna û Keskîn di hevdîtinan de destnîşan kirin ku kurd jib o mafên xwe yên netewî têkoşîna azadiyê didin meşandin û xwdî mafekî jiyana bi rumetin. Ayna û Keskîn wiha pê de çû: “Di çareseriya pirsgirêka kurd de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwedî roleke girîng e. Ji bo azad bimîne her kes heman tiştî dibêje. Lê ev rastiya şênber dibe qûrbana polîtîkayên berjewendîyan. Ji bo aştiya civakê , ger ku destê yekê di kelepçeyê de bû pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Muzakereyeke baş jî pêk nayê. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê aliyê dîrokî, çandî û polîtîk bên nirxandin. Ger ku ev ji hev bên veqetandin piştgirî ji bo çareseriyê nayê dayîn. Ji bo ev şerê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn didome bi dawî bibe, muxatab hewce ye. Ji bo gelê kurd bigihêje statuyeke bi rumet û azad divê bi Ocalan re di hawireke azad de muzakere bê kirin. Azadbûna Ocalan ji yek daxwazên me yên siyasî ye. Her kesê ku jiyan û bide jiyîn ji xwe re bike divê ji bo azadiya Ocalan têbikoşe.”

Platforma ku di mehên borî de hatibû avakirin têde, Parlamentner Emîne Ayna, Ayla Akat, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Şebnem Korur Fîncanci, Aktîvîsta Mafê Mirovan Eren Keskîn, Rojnameger Ayşe Batumlu, Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker û Hurriyet Şener cih digirin. Di 28’ê çîle de daxuyaniyek dabûn û nexşerêya xwe ji raya giştî re aşkera kiribûn. Biryar dabûn ku dê bi hemû partî, sendîka, balyoz û rêxistinên sivîl re hevîtinan bikin.