Platforma Ji Ocalan re Azadî bi rojnamegeran re civiya

Platforma Ji Ocalan re Azadî bi rojnamegeran re civiya

Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadî bi rojnamegeran civiya. Di civînê de hate destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de cihekî pir girîng digire, lê bi salane di bin tecrîdê tê girtin. Her wiha hate xwestin ku demildest divê bi Ocalan re hevdîtin pêk were û muzakere destpê bike û bang li çapemeniyê hate kirin ku li aliyê mafdaran cih bigirin.

Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadî li Restauranda Cezayîrê bi rojnamegerên li Tirkiye û derveyî welat hatibûn bi armanca bal bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tê meşandin û pirsgirêka Kurd civînek li dar xist. Di civînê de endamên platformê Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, parêzer û parastvana mafê mirovan Prz. Eren Keskîn, Seroka TÛHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Endama MP'ê ya BDP'ê Ayla Yildirim, Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk û rojnameger beşdarî bûn. Di civînê de broşûrên ku bi tirkî, kurdî û îngîlîzî yên "Çima ji Ocalan re azadî?" ku li ser de wêneyên tundiya polîsan ya di 14'ê Tîrmehê de li Amedê pêk anîbû hate belav kirin. Berdevka platformê Eren Keskîn, da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi dervehiştina pêvajoyê ya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan nayê çareser kirin.

'DIVÊ DEWLET VÎNA LI HEV HATINA CEM HEV DERXE HOLÊ'

Piştî Keskîn Emîne Ayna jî axivî û da zanîn ku, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan nêzî salek bû û wiha got: " 361 roj çêbû. Dewlet bi hincetên pêkenokî hevdîtinê asteng dike. Bi me hemûyan henekên xwe dike. Dibêje 'Ez îşkenceyekî wiha li ser Rêberê we dimeşînim, lê kes nabîne, nabihîze'. Heke masayek dê hebe divê her kes bi awayekî hevpar li ser masayê rûne. Li ser masayê aliyek bi kelepçe, wekî dîl rûne, di wê masayê de çareserî dernakeve. Heke armanç aştî be, divê şertên azad û wekhev were afirandin. Divê dewlet ji bo aştiyê vîna li hev hatina cem hev derxe holê. " Ayna bêdengbûna rojnamegeran ya li hemberî tecrîdê rexne kir û ji rojnamegeran xwest ku li cem aliyên mafdar cih bigirin.

LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ TUNE YE

Hevserokê KCD'ê Aysel Tûglûk jî da zanîn ku li Îmraliyê rêgezên hiqûqê û mafên mirovan hatin binpêkirin û ev tişt got: "Îmralî ji mafên mirovan re hatiye kurkirin. Li gorî kesan qanûn hatine amade kirin." Tûglûk diyar kir ku, kê di muzekareyan de rûnê dê ji hêla dewletê ve biryar neyê dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê berpirsyariyên muzekareyan li hev bicivin. Kurdan ev berprisyarî daye Birêz Ocalan. Divê ev berpirsyarî ji hêla dewletê ve bê naskirin. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina aştiyê ye. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina gelê Kurd e."

DENGÊ KURDAN BIBÎHÎZIN

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel destnîşan kir ku, divê cîhan dengê kurdan bibihîse û ev tişt anî ziman: "Di sala 1937'an de Seîd Riza, di 2012'an qedera kurdan guhirandiye. Divê cîhan qêrîna kurdan bibihîse." Tuncel diyar kir ku heke ji bo aştiyê gavek bê avêtin, divê pêşiya Endamên Platformê bê vekirin ku ew biçin Îmraliyê. Serokê TUHAD - FED'ê Zubeyde Teker jî diyar kir ku, gelê Kurd bi rojevên sûnî û bi rêberên sûnîn nayên xapandin û da zanîn ku gelê kurd wekî rêber ji xwe re Ocalan hilbijartiye. Emdamê Meclisa Partiya BDP'ê Ayla Yidirim jî ev tişt anî ziman: "Di şexsê Ocalan de hemû kurd û hemû muxalîf di binê tecrîdê de ne. Ez emdamê gelekî li Tirkiyeyê di binê asîmlasyonê de me. Ez wekî çavdêrekî ji vê têkoşînê re bi hurmet im. Xwezî me jî wekî gelê kurd ji asîmlasyonê ra Bogota na. Di demeke hemû tetikkêş tên berdan de, Rêberê Gelê Kurd Ocalan di binê tecrîdê de ye."

Piştî axaftinan pirsên rojnamevanan hatin bersivandin. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna diyar kir ku, kesên li maseyê rûdinên ditirsin divên wê hin xwestekên din jî derkevin holê û ev tişt got: "Heta niha gelek caran PKK'ê agir best îlan kirin û xebatên Ocalan yên ji bo aştiyê jî tên zanîn. Gelê Kurd di mijara aştiyê xwesteka daniye holê. Lê heta niha gelê Kurd ji tu partiyên din tu samîmyetek nedîtiye. Divê mafê gelê Kurd ên kolektîf bê dayîn."

Ayna aşker kir ku li tu dera cîhanê tiştekî ku li ser tu rêberî nehatiye ferzkirin li ser Ocalan hatiye ferzkirin û ev tişt lê zêde kir: "Li ser Rêberêkî îxanetê li hemberî gelê wî tê ferzkirin. Ev eybeke mezine. Em Afrikaya Başûr mînak digirin. Divê ev pirsgirêk bi aştiyê çareser bibe."