Pirtûka Ocalan li Hildesheimê hate nasandin

Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi zimanê Elmanî hatiye wergerandin, li ofîsa partiya Die Linke ya li bajarê Hildesheimê hate nasandin.

Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Serdema Kapîtalîst: Xwedayên bi Maske û Serdema Qralên Nixumandî" ya bi zimanê Elmanî hatiye wergerandin, li bajarê Hildesheimê yê Elmanyayê li ofîsa Koma Herêmê ya Die Linke hate nasandin.

Analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên navbera salên 2007-2010'an beriya niha bi sernavê, "Manîfestoya Civaka Demokratîk" gihîştibûn ber destê xwendevanên xwe. Bergê destpêkê yê manîfestoyê, sala 2017'an ji aliyê David Graeber ve bi Elmanî hatibû wergerandin.

"Şaristaniya Kapîtalîst: Xwedayên bi Maske û Serdema Qralên Nixumandî" (Die kapitalistische Zivilisation: Unmaskierte Götter und nackte Könige) ku bergê duyemîn ê pirtûkê ye, di Newroza îsal de gihîştibû ber destê xwendevanan. Endamê 'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî' Reimar Heider pirtûk wergerand Elmanî û ji aliyê Weşanxaneya Unrast ve hate çapkirin.

Pirtûk ji aliyê wergêr Reimar Heider ve li ofîsa Koma Herêmê ya Die Linke hate nasandin.

BAJARÊN KU WÊ DANASÎNA PIRTÛKÊ LÊ BÊ KIRIN

Dem û deverên ku pirtûk lê were nasandin:

30.04 Frankfurt

02.05 Stuttgart

03.05 Freiburg

07.05 Marburg

08.05 Kassel

13.-14.05 München

15.05 Nürnberg

24.05 Flensburg

25.05 Lübeck

27.05 Köln

28.05 Düsseldorf

29.05 Dortmund

30.05 Bielefeld