Pîlotê Rûs hat rizgarkirin
Komandoyên hêzên hewayî yên Sûriyeyê, pîlotê Rûs ê ji aliyê komên çekdar ve dîl hatibû girtin rizgar kirin.
Komandoyên hêzên hewayî yên Sûriyeyê, pîlotê Rûs ê ji aliyê komên çekdar ve dîl hatibû girtin rizgar kirin.
Hat ragihandin ku pîlotê di balafira şer a Rûsyayê de ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû xistin sax filitîbû, ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hat rizgarkirin.
Komandoyên hêzên hewayî yên Sûriyeyê, pîlotê Rûs ê ji aliyê komên çekdar ve dîl hatibû girtin rizgar kirin.
Hat diyarkirin ku pîlotê Rûs ê hat rizgarkirin anîne baregeheke leşkerî ya li nêzî bajarê Lazkiye.
Li herêma Bayirbûcak a Sûriyeyê balafireke şer a SU-24 a Rûs bi îdîaya qada hewayî ya Tirk îxlal kiriye ji aliyê du balafirên şer ên F-16 hatibû xistin. Balafir li beramberî navçeya Yayladag a Hatayê di nav axa Sûriyeyê de li herêma Bayirbûcak ketibû. Hatibû ragihandin ku ji du pîlotên di balafirê de yek jê di encama gulebarana ji erdê hatiye kuştin.