Peyama çalakgerên grêvê ji bo CPT’yê: Bêdengî desteka li Erdogan e

Grêva birçîbûnê ya bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku CPT rewşê ji cih lêbikole li Strasboûrgê dest pê kirî kete roja duyan.

Bi banga KCDK-E’yê (Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê) duh li ber avaniyên Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) grêva birçîbûnê dest pê kiribû. Bi dehan rêveberên sazî û dezgehên ku temsîla gelên Kurdistan, Tirkiyê û Mezopotamyayê bikin, şaredar û parlamenter bi grêva birçîbûnê bang li CPT’yê kirin ku bi kar û barê xwe rabin.

Hevserokê KCDK-E’yê Yukselkoç ji ANF’ê re got tecrîda li ser Ocalan girantir bûye û ev helwesteke hovane ye.

‘BÊDENGIYA LI BARA TECRÎDÊ DESTEKA LI DÎKTATOR ERDOGAN E’

Koç bi bîr xist ku CPT destpêka vê mehê çûye Tirkiyê lê dîsa jî serî nedaya girava Imraliyê û got, CPT ya ku bi ‘astengkirina êşkence’yê pênaseya wê tê kirin dive zûzûka biçe Imraiyê û li cih li rewşa Ocalan binere.

Koç got, ‘Heke di rêziknameya CPT’yê de armanc CTP’yê astengkirina êşkenceyê be, sedema hebûna vê ew be naxwe bila tişta hewce bike. Ev helwest desteka li dewleta Tirk û dîktator Erdogan e.’’

Koç got ji Asûr-Sûryan, Êzîdî, partiyên Kurd, çepgir, sosyalîst ên Tirkiyeyî gelek kes ketine grêvê û got, ‘’Aştiya li Rojhilata Navîn bi Rêzar Ocalan’’ dibe.

KURDÊN  ELMANYA, FRANSA Û SWÎSREYÊ JÎ TEVLÊ DIBIN

Koç diyar kir ku îro gelek kesan serdana wan kirine, ji bajarên Stûttgart, Bodensee, Freîburg, Saarbrûkcken yên Elmanya û Fransa Parîsê, Basel a Swîsreyê gelek kes hatine cem wan û destek ji bo grêva birçîbûnê ya li welat û bajarên dî jî hene.

DAXWAZA HEVDÎTINA BI CPT’YÊ RE

Koç diyar kir wan xwestiye ku rasterast bi CPT’yê re rûnin û xebatkarên agahdarkirinê ya ji bo KE’yê û saziyên dî didome û çalakgeran îro bi sedan belavok belav kirin.