Pevçûnên PKK- Dewleta Tirk di kategoriya şer de ne

Pevçûnên PKK- Dewleta Tirk di kategoriya şer de ne

Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ket sala 29’emîn. Şerê li Kurdistanê bi salan ji aliyê çavdêrên biyanî ve hat şopandin. Ensîtuya Lêkolîna Pevçûnên Navneteweyî ya Heidelbergê ku ji sala 1992’yê ve pevçûnên li cîhanê dişopîne, ragihand ku di barometreya şer de şerê PKK’ê gihiştiye asta herî bilind ‘5’ê ku asta herî bilind a tundiyê ye. Ji rêveberên enstîtuyê Yasemîn Altintop ji ANF’ê re der barê çima ev pûan dane PKK’ê de axivî.

Ensîtuya Lêkolîna Pevçûnên Navneteweyî ya Heidelbergê di nava saziyên mijarên şer û aşitiyê lêkolîn dike de di rêza yekemîn de ye. Enstîtu bi xêran û alîkariya xebatkarên xwe debara xwe dike û ji sala 1992 ve li ser şer û pevçûnên li seranserê cîhanê lêkolîn dike û barometreyên der barê şeran de diweşîne.

Enstîtu bi 20 xebatkarên xwe û çavkaniyêçn xwe yên deverên şer lê hene û agahiyên ji daxuyaniyan dgirin berhev dikin û heta niha 120 şer û pevçûn lêkolîn kir. Enstîtuya da zanîn ku piştî raperînên gel ên li Bakûrê Efrîkayê dest pê kirin, pekiyan welatên Ereban, pevçûn û şer gihiştine asta herî jor. Û li gorî tundiya pevçûnan pûan dide.

"ŞERÊ PKK’Ê JI ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ LI IRAQÊ NE CÛDA YE"

Li gorî barometreya enstîtuyê sîstema pûandayînê wiha ye:

Enstitünün barometresine göre puan verme sistemi şöyle; 1: Dubendî (cihêxwazî), 2:Krîzên bê tundî, 3: Krîzên bi tundî, 4: Şerê sînordar, 5: Şer. Enstîtuyê herî dawî 5 pûan daye van welatan: Lîbya, Iraq, Suriye, Yemen, Efxanîstan û têkoşîna çekdarî ya PKK’ê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê daye destpêkirin. Her wiha, enstîtuyê 4 pûan da Behreyîn, Cezayîr, Filistîn û têkoşîna çekdarî ya PJAK2ê ya li Îranê.

Ensîtuya Alman ragihand ku têkoşîna PKK’ê di 1979 de dest pê kiriye û di raporên xwe yên heta sala 2011 de amade kiriye, di mijara sedemên derketina PKK’ê de bale dikişîne ser pêvajoya ji destpêka avakirina komara Tirk ve dest pê kiriye. Enstîtuyê di rapora xwe ya dawiyê de dîroka avakirina PKK’ê guhert û weke 1974’ê destnîşan kir û ragihand ku hedefa PKK’ê Rêveberiyeke Otonom a Kurdan e.

Xalek din a balkêş ew e ku enstîtuyê di nava agahiyên dane de ji bilî sala 2011 tenê, di salên 1995, 2008 û 2009 de 5 pûan daye PKK’ê. Di salên din de jî tenê 2-4 pûan dane.

Endama Rêveberiya Enstîtuyê Yasemîn Altintop ji ANF’ê re axivî. Altintop di heman dmeê se Seroka Enstîtuyê ya ya herêmên Rojhilat navîn û Bakûrê Rojavayê Efîrkayê ye jî.

'DI 1920 DE, DÎROKA DESTPÊKA SERHILDANA KURDAN E'

Altintop destnîşan kir ku serhildanên Kurdan li gel avabûna Komara Tirk dest pê kirin û ragihand ku PKK jî berdewama van serhildanan e. Altintop got; "Lê me di sala 2011 de, cihê dîroka 1920 û 1974 bi hev guhert, sedema wê jî ew e ku Ocalan bi koma xwe ya destpêkê re dest bi vê xebatê kir. PKK’ê di sala 1984’ê de li hemberî hêzên ewlekariyê dest bi şerê çekdarî kiriye, ger me ev bigirta, dîrokek dereng dibû. Ji ber ku di salên 1970’yan de jî girtin û hatina hemberî hev a her du aliyan jî hebû.

Altintop ragihand ku koma wan a xebatan dişopîne aagahiyan kom dike û wiha qala sîstema pûandayînê kir; " Em mirovên jiyana xwe ji dest didin, mirovên birîndar dibin û mezinahiya komên penaberên ji herêmê direvin, mezinahiya koman û çekên kar anîne, tomar dikin. Em piştre van agahiyan di Sîstema Agahiyên Pevçûnan de tînin ber hev."

Rêvebera Enstîtuyê Altintop da zanîn ku ew agahiyan ji çavkaniyên herêmî û navneteweyî kom dikin û got; “Em rastiya çavkaniyên herêmî tînin ber çavkaniyên din û em piştrast dikin."

Altintop ragihand ku ew agahiyên li herêma Kurdan jî bi vî awayî berhev dikin û got; “Em şer û pevçûnên li vir bi pevçûnên li herêmên din re naynin ber hev. Em tenê li ser herêmên pevçûnê fokûs dikin û çendaniyî destnîşan dikin."