Pencşema Reş: Dest ji bombebarana axa me berdin

Pencşema Reş: Dest ji bombebarana axa me berdin

Çalakiyên Pêncşema Reş li Wan, Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê berdewam kirin. Çalakvana vê hefteyê operasyonên leşkerî û êrîşên li dijî gelê Sûrî şermezar kirin û xwestin êdî dest ji bombebarandina herêmê berdin.

WAN

Di çarçoveya Pêncşema Reş de vê hefteyê jî di pêşengiya Şaxa Tum Bel-Sen’ê de li Wanê çalekiyê dewam kir û li hemberî girtina şaredaran rezabûn hate nîşandan. Rêveber û endamên Tum Bel-Sen’ê li ber avahiya xwe kom bûn heta avahiya Şaredariyê meşek li dar xistin. Çalekvana pêşmalkên “Bijî Tum Bel-Sen” û “Binçavkirin, girtin û êrîş nikarin me bêzar bikin” li xwe kirin. Bê navber dirûşmên “Destê dirêjî Serok bûne bila bişkên”, “Êrîş nikarin me bêzar bikin” û “Bê deng nemîne ku bê deng bîmînî dê dor were te” berz kirin. Çalakvan dema gihîştin ber avahiya şaredariyê gelek kesê alîkarî dan wan bi çepikan silav kirin.

Genel-Îş, KESK û ÎHD’ê jî destek dan Tum Bel-Sen’ê. Li ser navê çalekvana rêveberê Şaxa Tum Bel-Sen’ê Vural Ayturk daxuyanî xwend. Ayturk diyar kir ku, di 10 sale desthilatdariya AKP’ê li hemberî tu dengê muxalif tehemûlê nade nîşandan û got ew feraset azadiya baweriyê tune dihesibîne.

Ayturk bal kişand ser operasyonê nijadperestî kul i hemberî kurdan û elewiyan pêk tên û wiha axivî: “Li vî welatî êrîşên li hemberî kurdan, elewî, xwendekar, rojnamevan û bi kurtasî li hemberî her aliyan qampanyayê lîncê tên meşandin.” Ayturk anî ziman ku, li bajarê wan şaredar û rêveberê bi hêz ku di bin navê operasyona KCK’ê de hatine girtin hêj girtîne û ew carek din bi deng qîr dikin û dibêjin “Dest nede vîna min.” Ayturk got ku, li vî welatî her roj sibe bi operasyon û êrîşan destpê dike û da zanîn ku, li şûna çaresriyê bê çareseriyê didin sepandin.

Daxuyanî bi çalekiya runiştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

DÊRIK/QOSER

Li navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê jî çalakiyên Pêncşema Reş hate lidarxistin. Li Dêrikê koma li ber avahiya Şaredariya Dêrikê kom bûn, xwestin şaredar û siyasetmedar serbest bên berdan û bombebaran û operasyon bi dawî bibin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî koma li ber avahiya Şaredariya Qoserê kom bû çalakiya heftane berdewam kir. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Li ser navê komê Şakir Şahin, axivî û anî ziman ku komkujiya i ser kurdan berdewam dike. Şahîn xwest êdî operasyon û bonbebarandina liser kurdan û çiyayên kurdan bi dawî bibe.

PEYAS/WÊRANŞAR/PIRSÛS

Li navçeyên Peyasa Amedê û Wêranşar û Pirsûsa Rihayê jî endamên meclîsa şaredariyê, personelên şaredariyê

nûnerên saziyên sivîl ên civakî dîsa wekî her hefteyê li ber avahiyên şaredariyan kom bûn û çalakiyên xwe yên heftane bedewam kirin. Di çalakiyan de dîsa operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin û xwestin hemû siyasetmedar û şaredarên Kurd serbest bên berdan. Dîsa diyar kirin ku, di operasyonan de çiyayên kurdan tên bombekirin û xweza tê wêrankirin. Çalakvana xwestin operasyon û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêya aştî û diyalogê çareser bibe.

ÊLIH

Li Êlihê jî çalakiya Pêncşema Reş di hefteya 132'an de berdewam kir. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û wekîlên şaredar amade bûn. Komê pankarta "Hefte 132 lê hêj Vîna me girtî ye" hate vekirin. Li ser navê komê Wekîlê Şaredar Serhat Temel axivî û anî ziman ku, tekoşîna demokrasiyê wêrekî û biryarê dixwaze. Temel da zanîn ku, parlementer û şaredarên wan ên girtî ev vîna têkoşînê di girtîgehê de nîşan dane. Temel destnîşan kir ku, di operasyonan de 8 hezar siyasetmedarên Lurd girtî ne û xwest tev serbest bên berdan û operasyon û bombebarandin bi dawî bibe.

Komê piştî daxuyaniyê 5 dewîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bûn.