Bi deh hezaran Kurd û penaberên ji gelên cuda yên ji şerê li Kurdistan û Iraqê reviyan e, li 'Kampa Şermê' ya li nêzî bajarê Dûnkerqûe yê Fransayê, di nava şert û mercên zehmet de dijîn.
Li kampa nêzî bajarê Calaîs ê Fransayê bi giranî drama mirovên ji Afganîstan, Pakîstan û Erîtreyê heye. Li komuna Grande-Synthe ya bajarê Dûnkerqûe jî, penaberên Kurd û Iraqî di nava rewşeke gelekî zehmet de hewl didin bijîn. Li vê qada 1.500 penaber lê dimînin û mirov dikarin wê weke derya heriyê pênase bikin, armanca penaberan çûyîna Îngilîstanê ye.
Li vê qada daristanî, ku piraniya penaberên lê dijîn ji sedî 80 Kurd û Iraqî ne, kar û xebateke cidî ya dewletê ji bo penaberan nehatiye kirin. Bi hewldanên Şaredar Damîen Careme yê ji Partiya Keskan a Ekolojiya Ewropa (EELV) û komunê re xizmeteke gelekî kêm tê kirin. Careme kampa penaber lê dijîn weke 'Kampa Şermê' bi nav dike.
DI NAVA ŞERT Û MERCÊN NE ÎNSANÎ DE DIJÎN
Bi saya xeta elektrîkê ya ji aliyê dildarên alîkariya însanî li kampê hatiye bicihkirin, penaber telefonên xwe yên destan şarj dikin û bi vî rengî hewl didin nêhilin têkiliya wan a bi cîhana derve re bi temamî qut bibe. Ji bo 1.500 penaberên li vê kampê bi tenê 400 tiwaletên seyar û 50 qada xweşuştinê yên di nava 8 konteyneran de hene.
Lê belê ava germ kêm caran bi dest dikeve. Tevahiya rojê av hebe jî, rojê 200 heta 300 kes dikarin xwe bişon. Ev jî tê wê wateyê ku şexsek ji bo xweşuştinê neçar e 5 heta 7 rojan bisekine.
Bazirganên mirovan ên ji bo çûyîna Îngilîstanê keştiyên li Bendera Dûnkerqûe bi kar tînin, tê gotin ku li herêmên lê çalak in, rojane bi qasî 10 penaberan derbasî Îngilîstanê dikin.
HIKÛMET NîNE, SAZIYÊN ALÎKARIYA ÎNSANÎ LI SER KAR IN
Ji bo ji holê rakirina drama însanî ya li kampa Grande-Synthe jî saziyên alîkariya însanî di nava hewldanan de ne. Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) li cihekî nêzî kampê kampeke nû çêdike. Lê dewlet bi ti awayî alîkariyê nade vî karî. Bi vê kampa nû re tê xwestin 2 heta 3 hezar penaber bên bicihkirin.
Hikûmeta Fransayê xwe vedigire, ku eger derfetên zêdetir ên jiyanê bidin penaberên li herêmê, dikare bi Îngilîstanê re pirsgirêkan bijî. Duh dadgehê biryar da bû ku kampa Calaîsê were girtin.
Li aliyê din hat hînbûn ku bi qasî 15 penaberên li Girtîgeha Dersînorkirinê ya Saînt-Jacqûes-de-la-Lande ya li nêzî bajarê Rennesê tên ragirtin, dest bi greva birçîbûnê krine. Di daxuyaniya Tevgera Aştiyê ya Navbera Gelan a li dijî Nîjadperestiyê (MRAP) a li ser mijarê de greva birçîbûnê sibeha Çarşemê ji aliyê 22 penaberan ve hat destpêkirin, ku duh êvarê ji aliyê 15 kesan ve tê dewamkirin.