Pêkûtiyên li girtîgehan hatin şermezarkirin

Pêkûtiyên li girtîgehan hatin şermezarkirin

Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî (TAY-DER) ya Îzmîrê bi daxuyaniyekê bal kişand ser çalakiyên girtiyan.

Malbatên girtiyan bal kişand ser çalakiya ku li girtîgeha Mêrdînê ya li dijî êrîşên li Amedê pêk hat û da zanîn ku li dijî êrîş û polîtîkayên înkar û îmhaya dewletê girtî li Mêrdînê koxuşên xwe dan ber agir. Serokê TAY-DER'ê Abdurrahman Koçak diyar kir ku, tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtîgehên tirkeyeyê belav dibe. Koçak da zanîn ku, polîtîkayên îmha û zextan bi taybetî li girtîgehan bi sîstematîk tê meşandin û wiha axivî:

"Girtîgeha Riha û Kiriklarê pêkutiyên li hemberî girtiyan her ku diçe zêdetir dide. Girtî jî li dijî van polîtîkayan bedena xwe dike hedef û li berxwe dide.Berpirsên pêkutiyan hikûmeta AKP'ê bixwe ye. Her serê sibê cenazeyek ji girtîgeha derdikeve û em di vê tirsê de dijîn. Aciziya hikûmetê wekî her roj îro jî li holê ye. Lê gelê Kurd tu carî baweriya xwe ji hikûmeta AKP'ê nayne."