PDK û YNK’êpiştgirî da kampanyaya 'Bila nasmeya Kurdan bê nasîn'

PDK û YNK’êpiştgirî da kampanyaya 'Bila nasmeya Kurdan bê nasîn'

Ji bo amadekariya kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” ku dê di 15’ê cotmehê de bê rojeva Meclîsa Federal a Almanyayê li bajarên Kîel û Hamburgê civînên amadekariyê hatin lidarxistin. YEK-KOM’ê jî bal kişand ku 15’ê cotmehê ji bo Kurdên li Almanyayê pir girînge û nunerên PDK û YNK’ê piştgirî dan kampanyayê.

Sala par, di çarçoveya kampanyaya “Bila li Almanyayê nasnameya gelê Kurd bê nasîn” de zêdetirê 50 hezar îmze bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd ên Almanyayê hatin berhevkirin û radestê Meclîsa Federal a Almanyayê hate kirin. Meclîsê biryar da ku di 15’ê cotmehê de daxwaza Kurdan gotûbêj bike. Dê rûniştina parlementoya ya wê rojê bi axaftina nunerên YEK-KOM’ê dest pê bike û tê payîn ku çar wezîrên hukûmeta Merkelê amade bibin.

YEK-KOM dest bi amadekariyên wê rojê kir. Di vê çarçoveyê deli Komeleya Çandê ya Kurd-Almanan a Hamburgê civînek hat li darxistin di civînê de ev kes û sazî amade bûn:

Serokê Giştî yê YEK-KOM’ê Yuksel Koç, Nunerê YEK-KOM’ê yê bakûrê Almanya Abdullah Efe, Serokê Komeleya Kurd-Alman a Hamburgê Abdulrezzak Oral, Serokê Meclîsa Gel a Kurd a Hamburgê Alî YavruYılmaz Kaba, Mehmet Emin Sevim, rojnamevan-nivîskar Ahmet Kahraman, Ekonomist Nebi Kesen, Dr.Fahrettin Adsay, mamosteyê zimanê Kurdî Sami Ekici, Hasan Özkan û nunerên KKP, ATIF, FEDA, Mala Gel a Kurdistanê.

PDK Û YNK: KAMPANYAYEK NETEWEYÎ YE

Di civîna li bajarê Almanya Kîelê pêk hat de ji bilî nunerên YEK-KOM’ê, nunerê PDK’ê Ebdulqad.ir Salih û Îdrîs Îsmaîl, nunerên YNK’ê Sidiq Mehmûd, Serokê Komeleya Kurdan a Kîelê Zekî Dag û Hevseroka Partiya Çepgir a Kîelê Seyran Papo jî beşdar bû.

Nunerên PDK û YNK’ê jî piştî der barê kampanyayê de agahî girtin û diyar kirin ku divê hukûmeta Alman êdî mafên gelê Kurd ji nedîtî ve neyê û gotin; “Xebatên ku YEK-KOM’ê dane destpêkirin, xebateke neteweyî ye, ji ber wê em piştgirî didin vê xebatê û spasiya wê dikin.

Nunerên her du partiyan xwest rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd jî piştgirî bidinkampanyayê.