PÇDK'ê buroya hilbijartinê li Zaxo vekir
PÇDK'ê buroya hilbijartinê li Zaxo vekir
PÇDK'ê buroya hilbijartinê li Zaxo vekir
PÇDK li navçeya Zaxo bi tevlîbûna gelê navçeyê, hevserokên PÇDK û namzetên partiyê yên herêma Behdînan û deverên din navenda xwe ya hilbijartinê vekir. Di merasima vekirinê de namzetên partiyê axivîn û dan zanîn ku PÇDK biçe parlementoyê wê pirsgirêkên bûne grêkor yên herêmê çareser bike.
Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê (PÇDK) xebatên xwe yên hilbijartinên parlementoyê bilez xist. Di vê çarçoveyê de duh piştî Dihokê navenda rêkxistina xwe ya jibo xebatên hilbijartinê li navçeya Zaxo bi tevlîbûna malbatên şehîdan, gelê navçeyê, hevserokên PÇDK û gelek namzetên PÇDK'ê bi merasîmekê vekir. Merasîma vekirinê di demjimêr 16:00'an de bi deqiqeyek rêzgirtina jibo giyanê şehîdên Kurdistanê û drûşmên "Bijî Biratiya Gelan, Bijî PÇDK, Yan Serkeftin Yan Serkeftin" hate destpêkirin.
Piştî merasîma vekirinê namzetê Dihokê yê PÇDK'ê Dr. Kamûran Berwarî derbarê hilbijartin û girîngiya listeya 113'ê a kû di hilbijartinan de nûnertiya PÇDK'ê dike, axivî. Berwarî diyar kir kû ew dengên kû bi ribazên tirsê, zextê û gefan tên girtin tu caran parlemento û rêveberiyek demokratîk ava nake. Lewra divê em êdî vê tirsê ji ser gelê xwe rakîn, da kû gelê me bikaribe dengên xwe bi awayek azad di hilbijartinan de bikarbîne. Di berdewama axaftina xwe de berwarî wiha got; "Gelê Zaxo hertim li hemberî zordarî û êrîşên dagirker serî hildaye. Ji bo azadiya xwe tişta ketî ser milan bicih aniye. Lewma ez li vir li gelê Zaxo dikim dengên xwe bidin lîsteya 113 (PÇDK). Emê bi dengên we serdemek nû ava bikin."
Piştî axaftinên Berwarî û Saleh, namzetên din yên PÇDK'ê jî axivîn. Hemûyan di axaftinên xwe de balkêşandin ser bêdadibuyina di navbera gelê Herêmê û qismê her diçe dewlemend dibe yê herêmê û gotin ewê di parlementoyê de pêşkeşiya sîstema demokratik li herêmê bikin. Herwisa di axaftinên xwe de dan zanin ku ewê dawî li her cûre gendiliyên herêma Kurdistanê bînin.
Piştî axaftina merasîma vekirinê bi drûşim û govendê bidawî bû.