Partiya DEM'ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê didomîne
Li navçeyên ku wê Partiya DEM'ê li Stenbolê namzedan diyar bike, wê bi civînên gel û dengdana gel a li navçeyan, namzet bên diyarkirin.
Li navçeyên ku wê Partiya DEM'ê li Stenbolê namzedan diyar bike, wê bi civînên gel û dengdana gel a li navçeyan, namzet bên diyarkirin.
Partiya DEM’ê biryar da ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de li 27 navçeyên 11 parêzgehên Rojavayê Tirkiyê wê bi navê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Di nav van taxan de navçeyên Esenyurt, Sancaktepe, Adalar û Sultanbeylî yên Stenbolê hene. Piştî navçeyên ku Partiya DEM'ê wê beşdarî hilbijartinan bibe hatin eşkerekirin, li Stenbolê serlêdanên ji bo namzediyê zêde bûn.
Partiya DEM’ê ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de partiyeke sereke ye û bi rojan hate nîqaşkirin ku li ku deran namzetan derxin, ragihand ku wê li 27 navçeyên 11 parêzgehên Rojavayê Tirkiyê namzetan derxin. Piştî ku navçeyên Partiya DEM’ê wê namzet nîşan bidin hatin eşkerekirin, serlêdanên ji bo endamtiya şaredariyan û meclîsa şaredariyan ji bo partiyê zêde bû.
KOMÎSYONEK KU JI 80 KESAN PÊK TÊ DIXEBITE
Li Avahiya Parêzgeha Stenbolê ya Partiya DEM'ê xebat têne meşandin. Serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî yên Stenbolê ji aliyê komîsyoneke ji 80 kesan pêk tê li Avahiya Parêzgeha Stenbolê ya Partiya DEM'ê tê şopandin.
Komîsyon bi baldarî serlêdanên namzetiyê dinirxîne û serlêdanan qebûl dike. Di komîsyona qebûlkirina belgeyên Partiya DEM'ê de tîmek ji 4 kesan pêk tê, serlêdanên yekem werdigirin, komîsyonek ji 80 kesan bi baldarî belgeyan lêkolîn dike û yên kêm temam dike.
NAVÇE WÊ NAMZETAN BI XWE DIYAR BIKIN
Piştî ku serlêdan di 25'ê Kanûnê de bi dawî bibin, lîsteyên namzetan wê ji Rêxistinên Navçeyî yên Partiya DEM'ê yên li navçeyên ku wê bibin namzet, bên şandin. Welatiyên navçeyê bi civînên gel û dengên gel ên ku ji aliyê rêveberiya navçeyê ve tên lidarxistin, wê namzetên xwe yên şaredarî û meclîsên şaredariyan diyar bikin.
Rêxistina Partiya DEM'ê ya Parêzgeha Stenbolê bang li jin û ciwanan kir ku berpirsiyarî bigirin û serlêdanê bikin.