Parlementer Ayhan : Tiştek bê serê min berpirs Wezareta Dadê ye

Parlementer Ayhan : Tiştek bê serê min berpirs Wezareta Dadê ye

Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku ji doza KCKê hate girtin û ji Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê kirin, nameyek şand û diyar kir ku tiştek bi serî wî de bê Wezîrê Dadê berpirsiyar e.

Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku ji doza KCK'ê de hate girtin û 2 roj berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê kirin, nameyek ji saziyên çapemeniyê re şand. Ayhan ku îro qirîza dil derbas kir, di nameya xwe de bal kişand ser serpêhatiyên xwe. Ayhan, anî ziman ku ji ber xebatên siyasî demek pir dirêj bi awayekî li dijî hiqûq û demokrasiyê li girtîgehê rehîn hatiye girtin. Ayhan, da zanîn ku nêzî 2 salin li Girtîgeha Rihayê hate girtin û wiha got: "Li vir ez rastî pirsgirêkên gelek mesin ên bi kok hatim. Odeyên tip tije, binpêkirina mafên civakî û pêkanînên li dijî mafên mirovan di asta herî jor debûn."

'HEWLDANÊN ME LI BER ÇAVAN NEHAT GIRTIN'

Ayhan, da zanîn ku ji bo şert û mercên girtîgehê baş bibin her tim ketin nava hewldanan û bi rêveberiya Girtîgehê re ketin nava diyalogan. Lê hem hewldana min û hem jî hewldana hevalên min ji aliyê rêveberiyê ve li ber çavan nehat girtin. Ji ber vê yekê 13 mirovên me bi êşek mezin şewitîn."

'GIRTÎ DI SEWQAN DE BI LÊDANÊ LI MAŞÎNEYÊN RÎNGÊ SUYAR KIRIN'

Ayhan, destnîşan kir ku wekî wekîlekî girtî ji ber berpirsiyariya xwe bi cih anî û hewl da her tim bi rêya diyalog û hedîtinê pirsgirêkan çareser bike û wiha dirêjî da nameya xwe: "Dema Wezîrê Dadê Brêz Sadullah Ergin hate girtîgehê mi pêre hevdîtin pêk anî. Min di hevdîtinê de hemû pirsgirêk û sedemên wan pêre parve kir. Lê mixabin heta niha der barê kuştina 13 kesan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Mixabin heta niha kesên berpirsiyarê mirinê nehatine ronîkirin û cezakirin. Piştî ku 1'emîn Midûrê girtîgehê hate guhertin dîsa rê û rêbazê midûrê berê şopand û kevneşopiya wî berdewam kir. Min bi dehan caran xwest hevdîtin pêk bînim, lê hevdîtin pêk nehat. Herî dawî şeva 19'ê Tîrmeha 2012'an dema ez ji ber nexweşiya xwe saet di 22.00'an de li revîrê bûm şev nivê şevê hemû heval sirgûn kirin. Dema ez li revîrê bûm 2'emîn midûr hate cem min û got 'Sewqa te derketiye Tîpa F ya Kurkçulera Edeneyê' û xwest ez zû biçim. Ev pêkanîna bi korsan berê jî der barê gelek hevalên me de pêk hatin. Bêyî ku wan berê agahdar kirin wekî gilokê girgirandin girtîgehek din. Hevalên me bi lêdan û îşkenceyê bi zorê li rîngan suyar kirin û şandin girtîgehên din. "

'TIŞTÊ KU LI ME TÊ KIRIN ZILMA MEZIN E'

Ayhan, destnîşan kir ku Midûrê 1'emîn neheqî li wî kir û xwest bêyî ku alav û amûrê xwe kom bike li rîngê suyar bibe û biçe û wiha berdewam kir: "Li gel min xwest uslubê xwe rast bike jî ez wekî gilokê li rîngê suyar kirim û şandim Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê. Ez saet di 04.30'ê sibê de anîn Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê. Hemû ev pêkanîn bêhiqûqiya herî mezin e. Bêyî ku berê min agahdar bike, ez şev nîvê şemê li maşînêsuyar kirim û anîm Kurkçulerê. Ez bi korsanî anîm vir. Li gel ku doza min li Amedê tê dîtin jî ez 500-600 kilometre dûrî Amedê xistim. Ev neheqiya li wekîlê gel tê kirin têra wan nake niha jî ez sirgun kirim. Heta ku AKP li ser îxtîdarê be dê li derve û girtîgehan komkujiya siyasî û civakî berdewam bike. Ez tiştê ku li me tê kirin zilma mezin e."

'BI DIJMANTÎ Û NIFRÎNÊ NÊZÎ ME DIBIN'

Ayhan, di dawiya nameya xwe de wiha got: "Ev pêkanîn li dijî mirovahiyê ye. Li dijî heq û hiqûqê ye. Li dijî mafê azadiyê ye. Em ji ber rawestandina demokratîk rastî pêkanînên dijdemokratît tên. Bi dijminantî û nifrînê nêzî me dibin. Dixwazin cemawerî û gel li hemberî vê zilmê bêdeng bimînin. Dixwazin me bê bêhn bihêlin. Ger ku tiştek bi serê min de bê Wezareta Dadê berpirsiyar e. Rêveberiya Girtîgehê berpirsiyar e. Ev vê yekê bi cemaweriyê re parve dikim. Ez niha di koxuya yek kesî de di nava tecrîdê de têm girtin. Ez di germahiya havînê ya Edeneyê de bê vantilator û klima têm hiştin. Ev yek tenduristiya min pir dixe xeterê. Ez dîsa nikarim pêdiviyên xweşên rojane pêk bînim."