Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî nûçe û niqaşên ku di rojên dawî de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêş dikevin diyar kirin ku bi van nûçe û niqaşan tecrîdê rewa bikin û aloziyê zêde bikin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî nûçe û niqaşên ku di rojên dawî de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêş dikevin, daxuyaniyek nivîskî dan. Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku muwekilê wan ji 1999'an heta niha li Îmraliyê di bin şert û mercên giran de tecrîda giran dijî û herî dawî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha tu agahî jê nehatiye girtin. Parêzeran, destnîşan kir ku nêzî salekê ye tecrîda herî giran dijî û wiha hate gotin: "Mafê Birêz Ocalan ê hevdîtina bi parêzer û malbatê re ji aliyê hikûmetê ve bi temamî hatiye qutkirin. Ji ber helwesta hikûmetê ya keyfî ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha hevdîtin hatiye astengkirin."
Parezeran destnîşan kirin ku ligel her hefte ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê didin jî dîsa ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha tu hevdîtin pêk nehatiye û wiha gotin: "Heta niha me 96 caran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da, lê her carê li dijî rastiyan bi hinceta 'keşti xerabe ye" û "Muxalefata hewayê heye" em hatin astengkirin. Hem çûn û hatin tê qedexekirin, hem jî telefon, faks, name û hemû rêyên ragihandinê ku em der barê tenduristiya muwekilê xwe de agahî bistînin jî tên qedexekirin. Tenê nameya muwekilê me ya 3'ê Sibata 2012'an nivîsand û di 17'ê Sibata 2012'an de gihişt destê me heye. Ji bilî vê yekê tu agahî jê nehatiye girtin."
'XWESTIN BÊ PARASTIN BIHÊLIN'
Parêzeran destnîşan kir ku ji ber tecrîd û îzolasyona giran nikarin doza wî ya Dadgeha Mafên Mirovan ji bişopînin. Parêzeran, destnîşan kirin ku muwekîlê wan ji mafê parastina çalak bêpar hatiye hiştin û wiha berdewa kirin: "Birêz Ocalan ji aliyê Serokwezîr ve raste rast bû hedef. Di 22'ê Mijdara 2011'an de parêzerên Birêz Abdullah Ocalan bûn hedef û ji Buroya me 36 parêzer hatin girtin û mafê parastinê ji destê muwekilê me hate girtin.
'DIXWAZIN TECRÎDÊ REWA BIKIN'
Parêzeran, destnîşan kir ku hem Serokwezîr û hem jî rayedarên hikûmetê di daxuyaniyen xwe de diyar kirine ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi destûra wan hevdîtin hatiye astengkirin û îtîraf kirine ku tecrîd û îzolasyon bi destê wan pêk hatiye. Parêzeran bilêv kir ku muwekilê wan di nameya xwe de aniye ziman ku hevdîtina bi Birayê wî re ya di 19'ê Çileyê 2012'an de ji ber şertên hevdîtinê derneketiye hevdîtinê û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Hikûmet bi reya çapemeniyê her tiştî berovajî dikin. Aloziyê û şoliyê pêş dixin. Gotin Birêz Ocalan naxwaze derkeve hevdîtinê. Lê her tişt bê esil û kok e. Her tişt li gorî xwe plan kirine û li gorî xwe bi cemaweriyê re parve dikin. Bi vi rengî tecrîdê rewa dikin.
Di çareseriya pirsgirêka kurd de rolê muwekilê me di asta herî jor de ye. Ji ber tecrîd gran bû û hevdîtin hate astengkirin kuştin pevçûn û şer girantir bû. Hiqûqa neteweyî û navneteweyşî hatiye binpêkirin. Hikûmet bi awayekî keyfî hevdîtina bi Birêz Ocalan re asteng dike. Tecrîd tenduristiya muwekilê me tehdît dike. Em dixwazin bi lezgîn rê li pêşiya hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan re vekin. Em bang li cemaweriyê dikin û dixwazin her kes bi hestewar nêzî mijarê bibe."