Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber daxwaza wan a wergerên kurdî nehate qebûlkirin, parastin nekirin û helwesta dadgehê protesto kirin. Parêzeran xwest ku di dozê de Ocalan weke şahid bê guhdarkirin. Serokê Dadgehê ji parêzerê girtî Osman Çelîk re got, "Ji bo ku hûn kurdî biaxivin zextên taxê li ser we hene" pirsî û li ser vê yekê Çelîk ji berket nîşan da û got "Ev heqaret e"
Rûniştina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê piştî navberê careke din dest pê kir. Salona dadgehê tejî bû û li salonê dayîkekê dua xwend û yekê jî qêriya û got, "Zagona we têk biçe" Di rûniştinê de paristina parêzeran hate girtin. Di rûniştinê de Rojnameger Cengîz Kapmaz û prz. Cengîz Çîçek bi zaravayê kirmanckî yê kurdî parastin kirin. Parêzerên bi kurdî parastin kirin xwestin muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê di rûniştinê de şahidiyê bike. Parêzer Omer Guneş bi kurdî got, "Di vê dozê de şahidê herî mezin Abdullah Ocalan e. Girîngiya dozê ji vir tê. Heke ew neyê tu girîngiya vê dozê dernakeve holê. Li vî welatî, parêzerê kurd, rojnamegerê kurd û jina kurd dema ku behsa pirsgirêkekê kir dibe KCK'yî."
'EZ ROBOSKÎ Û POZANTIYÊ PROTESTO DIKIM'
Parêzer Cengîz Çîçek ji bi zaravayê kirmanckî axivî û wiha got: "Muwekîlê min Ocalan saleke di tecrîdê de ye. Ez dixwazim ew bê li vir guhdariya wî bê kirin." Pirsên dadger pirsîn jî bi kirmanckî bersivand û got, "Ez dixwazim Birêz Ocalan bê guhdarkirin." Mehmet Salîh Kizilkaya jî got, "Ez komkujiya Roboskî û tecawiza li hemberî zarokên kurd ên li Girtîgeha Pozantiyê şermezar dikim. Ez bêyî werger tu tiştî nabêjim." Prz. Asya Ulker jî diyar kir ku tirkî baş dizane li dibistanên tirkan zimanê dayîka xwe kurdî ji bîr kiriye. Ulker, anî ziman ku ji ber destûra parastina bi zimanê zikmakî nehat dayîn li van dadgeahn edalet tune ye û bersiva pirsan neda. Prz. Mehdî Oztuzun jî wiha got: "Me xwest ku di demek ciwan jiyana xwe ji dest didin û pevçûn berdewam dikin de vir bikin platforma çareseriyê." Prz. Mehmet Denîz Buyuk jî parastin nekir û daxwaza werger kir.
SEROKÊ DADGEHÊ: BERTEKA ME LI HEMBERÎ TU ZIMANAN TUNE YE!
Prz. Osman Çelîk berê tirkî axivî pişt re ji bo parastina xwe bide daxwaza wergerê kurdî kir. Ji ber vê yekê Serokê Dadgehê got, "Me di dadgehê de wergerên romen, erep û îngîlîz peywirdar nekirin. Hiqûq ji me re dibêje 'Heke kesek tirkî bizane divê parastina xwe bi tirkî bike' Tu bertekên me li hemberî tu zimanan tunene." Pişt re Serokê Dadgehê Mehmet Ekîncî got, "Hinek parêzerên parastinê hatin cem min ez navê wan nadim gotin 'Ji bo kurdî bê axivîn zextên taxê hene' Gelo li ser we zextek wisa heye? Heke hebe hûn dikarin vê yekê bêjin" ji ber vê yekê Çelîk bertekek tund nîşan da.
Çelîk, got ku ew vê yekê weke heqaret qebûl dike. Çelîk, diyar kir ku ev gotin jî weke ramana îdîanameyê ya ku ew bi vîna xwe na bi zorê çûn Îmraliyê hatî gotin yek e û bi wî ramanê hate gotin. Çelîk, anî ziman ku li vir parêzer hem kurdî û hem jî tirkî diaxivin e û ew jî bi 2 zimanan parastina xwe dike û ev yek jî nîşaneya zextekî wisa tune ye. Çelîk, da zanîn ku li ser vê yekê biryara parastinê bide girt û bi tirkî parastin da. Çelîk, bilêv kir yekemîn car Komîteya Serokatiyê li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bihîst û tu hevalên wî tiştekî wisa nizanin.
Çelîk, destnîşan kir ku ew bi îdîayeka rêxistinekî xayalî tên darizandin. Serokê Dadgehê jî pirsa, "Di çapemeniyê de Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan derbas dibe. Ev yek rast e an xeyalî ye?" Çelîk jî got, "Ez wê nizanim lê KCK rêxistin nîn e, tişekî weke komarê ye."
Rûniştin bi parastinan didome.