Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe yên di bin tecrîda mutleq de, serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe yên di bin tecrîda mutleq de, serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzeran ji bo bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên zêdeyî 2 sal in di tecrîda girankirî de ne, hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfazê ya Cezayê ya Îmraliyê dan.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve nikarin tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin.