Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re bikaribin hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica, Huseyin Bogatekîn û Ayşe Acînîklî bi armanca hevdîtina bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heke rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê bersivekî erênî bide serlêdana parêzeran, parêzer dê sibê biçin giravê û hevdîtina xwe pêk bînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xirabe ye", Rewşa hewayê ne başe" û "Keştî ji tehmîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêmin" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.