Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriya komarê ya Bûrsayê dan.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saleke xwe tijî kir. Parêzerên Ocalan tevî vê yekê jî her hefte du caran ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê didin lê her car jî ev serlêdan bi hincetên cihêreng tê redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî pêk bînin dîsa serî li dozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Heke rêveberiya girtîgeha Îmraliyê bersiveke erênî bide parêzer sibê dê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Parêzeran roja sêşemê jî serî lê dabûn lê rêveberiya girtîgeha Îmraliyê bi hinceta ku keştî xirabe ye dîsa hevdîtin asteng kiribû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên wekî; "keştî xirabe ye", "ba û bahoz heye", "keştî tê temîrkirin" û "keştî hat lê ewraqên wê kêmin" nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne.