Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Huseyin Bogatekîn û Ayşe Acinikli ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku dozger bersivek erênî bidin parêzer dê sibe biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Heta niha parêzer bi hinceta "Keştî xerabe ye" û "Muxalefeta hewayê heye" hatibûn astengkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an (352 roj) û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.