Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên tecrîdkirî serlêdaneke nû kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdana ji bo hevdîtinê kirin.