Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ku 33 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdan kirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ku 33 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo dîtina Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' timî têne astengkirin.