Parêzeran di roja 359. ya tecrîtê de serlêdan kir

Parêzeran di roja 359. ya tecrîtê de serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Huseyin Bogatekin û Rezan Sarica ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Dozgerê Komarê yê Bûrsayê destûrê bide parêzer dê sibê biçim Îmraliyê.

Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de (359 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xerabeya", "muxalefeta hewayê heye" û "keştî hêj nehatiye tamîrkirin" tên astengkirin.