Yekemîn Doza KCK’ê ya Stnebolê ku tê de siyasetmedar, akademîsyen û xwendekar tên darizandin de, parêzeran ligel daxwaza bi kurdî, wergerê erebî jî xwest.
Danîşan Doza KCK’ê ya ji aliyê 15’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê pêk tê û ji roja duşemê dest pêkiribû û bi xwendina îdianameyan didome.
Piştî parêzer ketin danişînê jimartina girtiyan hate kirin. Dîwana dadgehê da zanîn ku 5 girtî bi daxwaza xwe çûne nexweşxanê û got ku Hakan Soytemîz yê ku ji dozeke din tê dariznadin jî li danişînê amade ye. Her wiha Mehmet Keleşoglu yê ku di salonê de ji girtiyên din cuda hate runiştin jî hêj neanîne salonê.
Di dema darizandina nasnameya 8 girtiyan de dadger pirsa; Hun dê bi tirkî bersivê bidin pirsan? kir. 7 heban got em dê bi kurdî bidin û gotin ; Em li vir in, Em kurd in. Nurî Avşar jî bi erebî got; Mutî
Dadger di girtekan de got bi kurdî axivîn. Di vê navberê de parêzer Sînan Zîncîr got muwekîlê wî ji ber ku ereb e bila wergerek ereb jî bê. Serokê dadgehê Alî Alçik got dê daxwazê binirxînin û piştî vê jî 89’emîn rupela îdianameyê xwedinê dest pê kir.