Parêzer ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan ê 33 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne girtin jî bi heman daxwazê serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Serlêdana malbat û parêzeran a Îmraliyê bi hinceta "cezayên disîplînê" tên astengkirin.

Serlêdana parêzeran ya herî dawî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de pêk hatibû. Dadgeriyê di 13’ê Cotmehê de serlêdana ku bi daxwaza hevdîtin malbatê ji bo dadgerê înfazê ya Bûrsayê hatibû kirin, daxuya kiribû ku ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din cezayek disîplînê ya nû hatiye dayîn.

Dadger hejmara dosya ku mijara cezayê disîplînê ye parve nake û vê yekê weke hinceta ku ‘di çapemeniyê de tê parvekirin’ nîşan dide.