Parêzer Bogatekîn hat binçavkirin
Parêzerên ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan, li ser daxwaza dozger careke din tên binçavkirin. Parêzer Huseyîn Bogatekîn hat binçavkirin.
Parêzerên ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan, li ser daxwaza dozger careke din tên binçavkirin. Parêzer Huseyîn Bogatekîn hat binçavkirin.
Têkildarî parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad ên bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatibûn binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan, dozger Orhan Aydin daxwaza girtina wan kir.
Dozger Orhan Aydin li 1. Dadgeha Ceza ya Sûlhê li dijî serbestberdana 27 kesan derket. Piştî vê daxwaza dozger, parêzer Huseyîn Bogatekîn hat binçavkirin.
Li Stenbolê, hefteya derbasbûyî di serdegirtina malan de 9 jê parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasên Azad 31 kes hatibûn binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan.