Doza Ergenekonê ya li 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê tê dîtin, ji ber ku di dosyaya doze de beriya niha îfadeyên Ozkok hebûn û di rasteka daxwazên bersûcan de jî biryar hate girtin ku Serfermandarê Giştî yê berê weke şahid bête guhdar kirin.
Ji Doza Ergenekonê dê Serfermandarê Giştî yê berê Orgeneralê Teqawit Hîlmî Ozkok, Serokê berê yê Daîreya Kontr Teror yê MÎT’ê Mehmet Eymur, Parlementerê AKP’ê Şamîl Tayyar, Irafan Dundar û Mehmet Baş jî di nav de 17 kes ji bo îfadeyê hatin vexwendin.
Weke din dadgehê biryar da ku, Dogan Erbaş, Zekî Okçûoglû û Irfan Dundarê ku piştî hate binçavkirin bû îtîrafkar, leşkerê berê Ozcan Tozlû û Muammer Taşdemîr jî dê weke şahîd bêne guhdar kirin.