Ozdagê AKP’yî: Fermana tehliyekirina Ulkucuyan Serokwezîr da

Ozdagê AKP’yî: Fermana tehliyekirina Ulkucuyan Serokwezîr da

3’mîn Paketa Darazê ya qatîl serbest têne berdan û yek ji mîmarên vê pêkanînê ku weke ‘efoya ji bo ulkucuyan’ tê nirxandin Parlementerê AKP’ê yê Manîsayê Selçûk Ozdag got, “Serokwezîr ji bo mexdûriyetan derbaz bike ferman da”.

Parlementerê AKP’ê Selçûk Ozdag ku di sererastkirina 3’mîn Paketa Darazê de îmzeya wî heye îdîakir ku, Komkujiya Bahçelîevler ya weke 7 TÎP tê bîranîn qatilên wan mexdûrin. Ozdagê ku rewş ji Serokwezîr Erdogan re ragihand wiha axivî:

“Beriya 1980’ê min rêvebertiya Ocaxên Ulkuyan dikir. Ez Adanali û Osmanagaoglû nas nakim lê belê Muhsîn Kehya ku li bendêne bête tehliyekirin hevalê min yê kogûşê bû. Min ew di Girtîgeh Girtî ya Enqereyê ku 7 sala lê girtîbûm min naskir. Birayên Bunyamîn Adanali û Unal Osmanagaoglû, birayê Kehya hevdîtin bi min re pêkanîn, gotin newekheviyek heye. Ev yek sale ez li ser vê dişixulîm. Piştî min amadekir, me hevdîtin bi Bulent Arinç re pêkanî, piştî ku hiqûqvanên AKP’ê li ser vê mijarê xebitîn ji Serokwezîr re ragihandin. Erdogan pirsa ‘Li vir mexdûriyetek heye?’. Dema hat gotin ‘heye’ fermana mexdûriyetê derbaz bikin da. Pêşniyaz weke pêşniyaza AKP’ê hate komîsyonê, piştre MHP’ê piştgirî dayê. Yên ku beriya 1980’an sûc kirîn, ji ber ku zagona înfazê di sala 1991’an de hate guhertin derketin. Çepgir derketin lê belê ev mirov man tê de. Di hundir de yek çepgir jî nema. Min got, ‘ger ji bo çepgiran pêkhatibe, çima ji bo rastgiran pêkneyê’. Min wekhevî pêkanî. Çepgir derketin lê belê Halûk Kirçi 21 salan raza, çima birazê? Vana mirov kuştin lê belê qanûna ceza hate guhertin li gorî vê pêwîste 10 salan birazên. Di sala 1974’an de çiqas rast bû ku, yê bombe di avêtin û banka dişelandin 5 salan dihatin girtin û serbest berdan, ji bo vana jî 10 salan girtî mayîn û serbest bêne berdan ew qas raste.”