Oschinksy: Tu parêzer ji ber pîşeya xwe nayê girtin

Oschinksy: Tu parêzer ji ber pîşeya xwe nayê girtin

Parêzer Meral Daniş Beştaş diyar kir ku, darizandina parêzeran ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan cudatir nayê bidestgirtin û got; "Ev doz parçeyek ji qirkirina siyasî ya gelê Kurde." Ji parêzerên welatên derve hatine parêzer Yres Oschinksy jî wiha axivî: "Tu parêzer ji ber pîşeya xwe nayên girtin."

Rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 16'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Stenbolê dewam dike. Beriya rûniştinê parêzerên ji gelek baroyên Tirkiye û Ewropayê hatine li ber edliyeya Stenbolê daxuyanî dan. Parêzeran pankarta li ser; "Azadiya Parastinê" vekirin. Parêzer Meral Daniş Beştaş daxuyanî da û diyar kir ku, doza parêzeran di naveroka xwe de bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Daniş Beştaş got; "Parêzerên Ocalan girtin û mafê parastinê ji destê wî girtin. Mirov nikare dozê ji pirsgirêka Kurd cudatir bigire dest. Armanca vê operasyonê bê parastin hiştina gelê Kurde. Wekî ku me duh jî di rûniştinê de dît doz ne rewa ye. Kirdeya vê dozê guhdarkirina Ocalan, daxwaza parastina zimanê zikmakî ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Lewma ev doz ne dozeke ji rêzê ye. Ev doz parçeyek ji qirkirina siyasî ya gelê Kurde."

Ji parêzerên ku ji Ewropayê hatine parêzer Yres Oschinksy jî da zanîn ku, ji bo dozê bişopînin bi gelek parêzeran re hatine Stenbolê û wiha axivî: "Em wekî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û parêzerên hiqûqa navneteweyî vê dozê dişopînin. Tu parêzer ji ber pîşeya xwe nayên girtin. Piştî me doz şopand em dê welatên xwe derheqê dozê de agahdar bikin.