Operasyonên qirkirina siyasî: Zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê tên meşandin, îro jî dewam kirin. Li Wan, Riha û Bedlîsê 11 kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî polîsan avêtin ser avahiya Partiya Şoreşger û malên endaman.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê tên meşandin, îro jî dewam kirin. Li Wan, Riha û Bedlîsê 11 kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî polîsan avêtin ser avahiya Partiya Şoreşger û malên endaman.

WAN

Li navçeya Wan Bêgirê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Bariş Yilmaz û xebatkarê bere yê şaredariyê Remzî Solmaz ê li rojnameyeke herêmî dixebite ahtin binçavkirin. Yilmaz û Solmaz birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

RIHA

Li navçeyên Riha Eyyûbiye û Karakopru, di operasyonên qirkirina siyasî de welatiyên bi navê Îsmet Balci û Zînê Otunç di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Li taxa Sorik a navçeya Bêrecûkê jî jendermeyan avêtin ser malan û birayên hev Tahîr Atmaca û îsa Atmaca binçav kirin. Her du kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.

BELDÎS

Polîsên Tirk danê sibehê li navçeya Bedlîs Norşînê jî avêtin ser malên DBP'iyan. Polîsan di serdegirtina malan de 5 endam û rêveberên DBP'ê binçav kirin. Hevserokê DBP'ê Erin Kutdenur, rêveberê DBP'ê Zabit Kayar û endamên DBP'ê Şevder Bîngul, Bedrettin Damar û Abdulmenaf Akkurt binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bêdlîsê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. 

STENBOL

Li aliyê din, êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî hêzên çep û demokratîk dewam dikin. Polîsên Tirk avêtin ser mala Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu û endamên partiyê. Di serdegirtinan de 10 rêveber û endamên partiyê hatin binçavkirin.