Operasyonên qirkirina siyasî: 16 girtin, gelek binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de 16 kes hatin girtin, gelek kes jî hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya bi talîmatên AKP/Qesrê tê meşandin didomin. Rejîma çete ya bi qetlîaman bersiv da berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd, lê bê encam ma, polîtîkaya teslîmgirtinê bi binçavkirin û girtinan dewam dike.

ÎZMÎR
Li îzmirê hêzên dewletê di 20'ê Adarê de hemwext bi ser 32 navnîşanan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de endam û rêveberê YAK-DER, HDP'ê jî di navde 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên hatin binçavkirin jê 20 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê Handan Karakaş, Dogan Kesen, Evin Gokdere, Leyla Îldeniz, Ercan Tîkan, Emrah Sucu, Aydin Erensayın û Sevim Silik bi îdiayê “Endamtiya rêxistinê" ye hatin girtin û 12 kes jî serbest hatin berdan.

RIHA
Li mavçeya Sêweregê ya Rihayê 5 kesên di pîrozbahiyên Newrozê yên 20'ê adarê de hatin binçavkirin, piştî lêpirsînên polîsan ew şandin dadgeha navçeyê. 5 welatiyên li dozgeriyê bi îdiayên "Muxalefeta meş û xwepêşandanan", "Heqareta li serokkomar" û "Propagandya rêxistinê" îfadeya wan hat girtin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin. Li dadgehê her 5 welatî bi heman daxwazê hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê. Navê kesên hatin girtin wiha ne: Vedat Sariçîçek, Vedat Kûş, Şeyhmûs Ayvedî, Bayram Ender, Nazim Ekîncî.

WAN

Li Wanê 3 welatiyên ku di rojên borî de hatibûn binçavkirin hatin kirin. Welatiyên bi navê Ahmet Çelîk, Sefer Çaglar û Dîlan Bakay piştî karên li muduriyeta polîsan, bi îddiaya ku "endamê rêxistinê" ne li 2'yemîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Wanê duh êvarê hatin girtin. Welatiyên hatin binçavkirin şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.

AMED
Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan bi ser Meclîsa Gel a Taxa Huzurevlerî de girtin. Di serdegirtinê rre Hevserokê Meclîsa Gel a Huzurevlerî jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin, tiştên li hundir hatin belavkirin. Ji 9 kesên ku navên 8 kesan hetin hinbûn. Navên kesên ku hatin hînbûn ev in: Hevserokê Meclîsa Gel a Huzurelerî Muhittîn Yilmaz, Şaban Çîçek, Murat Ogut, Umît Kaplan, Eyup Ergîn, Omer Gul, Fariz Gunduz, Zekî Kilavuz. Hate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Amedê.

MÛŞ
Li Mûşê Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sûzan Paçal danê sibehê di têketina navenda bajêr de hate binçavkirin. Paçal a hinceta binçavkirina wê nehate zanîn birin Midûriyeta Emniyeta Bajêr.

MÊRDÎN
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê danê sibehê leşkeran bi awayekî hemwext bi ser hin malên li taxên Kizilê û Remokê de girtin. Li malan piştî lêgerîn û sehîkirinan welatiyên bi navê Mehmet Ozkizil û kurê wî Mûrat Ozkizil, Mehmet Dagli, Mehmet Temel û Şerîf Yildirim hatin binçavkirin. 5 kesên mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, ew şandin Qereqola Jendermeyan a Dêrikê.

MANÎSA
Li Manîsayê di serdegirtinên malan de Rêvebirê HDP'ê yê Manîsayê Umît Ûçûr û endamê HDP'ê Mûrat Bîçîcî hatin binçavkirin. Ûçûr û Bîçîciyê mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, ew şandin Midûriyeta Polîsan a Manîsayê.

ANTALYA
Li antalyayê danê sibehê di serdegirtina malan a hemwext de ji aliyê polîsan ve hemwelatiyên bi navê Mujdat Gulel, Seyfettîn Kata, Şerafettîn Dogan, Bahrî Olmez û Eyup Benek hatin binçavkirin. 5 welatiyên mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, ew şandin Muduriyeta Polîsan a Antalyayê.

STENBOL 
Xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê yên çepgir, sosyalîst û welatparêz xwestin li Tesîsên Civakî Yerleşkeya Ûmûttepeyê pîrozbahiya newrozê li dar bixin. Lê beriya pîrozbahiyê xwendekar ji aliyê Yekîneyên Ewleyiya Taybet(OGB) û gelek polîsên çevîkê hatin dorpêçkirin.

Polîsên destûra pîrozbahiya Newrozê nedan, êrîşî xwendekaran kirin. Di êrîşê de xwendekarên bi navê Evîn Getîren, Ûygar Ongûnyûrt, Mûhammed Yilmaz, Rotîn Tûtûş, Gokçe Şengonul, Çagil Çagan Adiguzel, Denîz Dûman, Hamza Aslan, Firat Aybaş û xwendekarekî ku navê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin. Xwendekarên hatin binçavkirin, şandin Muduriyeta Polîsan a Kocaeliyê.