Onder: Pirs bi 25 hezarî firotin, yê şahidiya vê bikin hene

Onder: Pirs bi 25 hezarî firotin, yê şahidiya vê bikin hene

Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder got, beriya Ezmûna Hilbijêr ya Personelên Gelemperî (KPSS) bi 25 hezar TL’yan hatiye firotin, li Amedê kesê ji bo vê şahidiyê bikin hene.

Onder li gel sê kesên ketine ezmûna KPSS’a 2012’ê civîna çapemeniyê li darxist. Onder aşkera kir ku, berpirsên bûyerên di ezmûna KPSS ya 2010’an derketin nehatine aşkera kirin. Onder diyarkir ku, “hêzên piştgiriyê li hemberî vê ketine nava aciziyêkê. Ev yek tercîhekî siyasiye û rê li zelalbûna fikrê di vê derbarê de vekir.”

Onder destnîşan kir ku, îsal jî li beramberî skandalekê ne û wiha got, “Dîsan jî rêveberên ku di demek kurt de îqna dibin dibînim. Diziyeka ku keda bi hezaran malbatan eleqeder dike. Tu kes di bin vê gunehê de nikare derbikeve.”

Onder pirsa “Li bajarekê pirtûka pirsan hatiye dizîn agahiya we jê heye yan na” ji Serokê OSYM’ê Alî Demîr pirsî û xwest yek yek bersiv bide. Onder bilêv kir ku, beriya ezmûnê pirtûka pirsan ya KPSS’ê bi 25 hezar lîrayan hatiye firotin, li Amedê kesên jib o vê şahidiyê bikin hene.

Eren Kaya yê ku ketibû ezmûnê jî da zanîn ku, pirs beriya ezmûnê hatine bilavkirin û xwest berpirsên vê bûyerê bêne dîtin.