Onder Babat li cihê ku hat qetilkirin hat bîranîn
Onder Babat di 12. salvegera qetilkirinê de ji aliyê hevalên wî li Kolanan Îmam Andan a Beyoglû hat bîranîn.
Onder Babat di 12. salvegera qetilkirinê de ji aliyê hevalên wî li Kolanan Îmam Andan a Beyoglû hat bîranîn.
Onder Babat di 12. salvegera qetilkirinê de ji aliyê hevalên wî li Kolanan Îmam Andan a Beyoglû hat bîranîn. Di bîranîna di bin siha polîsan de derbas bû de rêxistinên sosyalîst nuqteya ku Babat lê hatiye qetilkirin bi qûrnefîlên sor xemilandin, soza dilsoziya têkoşîna Babat dan.
Endamên Tevgera Şoreşger, hevalên xwe Xwendekarê Zanîngehê Stenbolê û Xebatkarê Kovara Tevgera Şoreşger Onder Babat ê ku 3^ê Adara 2004’an li kolana Îmam Adnan a Beyoglû hat qetilkirin, li cihê hat qetilkirin bi bîr anîn. Di merasîmê de gelek rêxistinên sosyalîst amede bûn, wêneyên Onder Babat hat rakirin, pankarta, “Onder Babat Nemir e” hat vekirin.
Girseyê ji bo Onder Babat û tevahî şoreşgerên hatine qetilkirin rêz girtin, dirûşmeyên, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Emperyalîzm têk diçe, gelên berxwedêr wê bi ser kevin”, “Bijî Piştevaniya Şoreşgerî” berz kirin. Di merasîmê de daxuyanî ji aliyê Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Kovara Tevgera Şoreşger Eray Sargin hat xwendin.
‘ŞOREŞGER BI KUŞTINÊ NAQEDIN’
Sargin got, “yên gule li Onder Babat reşandin, gotin wê karibin me teslîm bigirin, gotin wê karibin sîstema xwe ya bi xwîn û şîdetê bi rê ve dibin bi me bidin qebûlkirin” û destnîşan kir ku şoreşger bi kuştinê naqedin, diyar kir ku wê vê pergala li ser mêtingeriyê hatiye avakirin biguherînin.
Sargin herî dawî wiha got: “Em di şexsê Onder Babat de bi rêzdarî bejna xwe li hember tevahî şoreşgerên nemir ditewînin û heta rizgariyê soza şopandina têkoşîna wan didin.”
Piştî daxuyaniyê, li nuqteya ku Onder Babat hat qetilkirin qûrnefîlên sor hatin danîn.