Serokê Odeya Tabîp a Edene-Osmaniye Alî Îhsan Okten diyar kir ku, bombeyên gazê yên di xwepêşandanan de bê armanc tên bikaranîn yek ji çekên kîmyewî yên kujerin. Okten da zanîn ku, bi rêjeyên zanistiyê jî derketiye holê ku yên rastî bombeyên gazê tên, pêre têrnekirina dil, xisara kezeba reş û mirin pêk tê. Okten wiha got: "Hêzên dewletê şûna gazên kîmyewî ji bo bûyeran hilde bin qontrolê pêk bîne, bi armanca ji bo tirsek bixe nava taxê, çewsandina mirovan, wan 'di malê hepis bike' bikar tîne."
Odeya Tabîban ya Edene-Osmaniye di encama avêtina bombeya gazê zarokê bi navê Mazlûm Akay (11) jiyana xwe ji dest da hate rojevê, li avahiya odeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Odeya Tabîban ya Edene Osmaniye Alî Îhsan Okten, Endamê Konseya Navenda TTB'ê Îsmaîl Bûlca, Serokê Şaxa SES'ê ya Edeneyê Mûzaffer Yuksel, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Şahîn Kiliç, Nûnera TÎHV'ê ya Edeneyê Dr. Alev Aksungur û gelek kes amade bûn.
Di salona civînê de panqarta li ser "Her cûre gaz û her cûre bombe ji tenduristiyê re zirare, dikûje" hate nivisandin hate daliqandin. Li ser masê bombeyên gazê yên di xwepêşandanan de hatibûn bikaranîn hatibûn rêzkirin. Serokê Odeya Tabîban ya Edene-Osmaniyê Alî Îhsan Okten bibîrxist ku, di 29'ê tîrmehê de li Taxa Anadolu ya Navçeya Yuregir a Edeneyê polîsan rastgele bombeyên gazê avêtibûn û li serê Mazlûm Akay a 11 salî hingavtibû birîndar bibû, ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
'ÇEKEKÊ DIVÊ BÊ QEDEXEKIRINE'
Okten da zanîn ku, bûyera qewimî ne bûyereke munferîte û destnîşan kir ku, di xwepêşandanên demên dawî de bikaranîna bombeyên gazê zêde bûye. Okten anî ziman ku, bombeyên gazê yên di xwepêşandanan de bê armanc tên bikaranîn çekên kîmyewî yên encamê wî mirine ye.
Okten wiha got: "Ev çek, ne tenê qada hedefê her wiha ji ber li hewayê belav dibe, bandorê li hemû civakê li derdorê dike. Di nav bandoriyên bombeyên gazê de, hêstir ji çav herikandin, bijijandin, qûxik, tengbûna nefesê, êşa di çav de, korbûna demkûrt, texrîşa di qalpaxa çav, gewdî û aşûkê de, dilxelandin, vereşandin, navêşî, texrîşa di çerm de, bilindbûna tansiyon û nîşaneyên weke van tê dîtin. Bi vê re jî xirabiya foksiyona bêhn standinê ya bilind ku dibe sedema nexweşiya zekemiyê derdikeve holê. Bi rêjeyên zanistî derketiye holê ku yên rastî gaza zêde tê, têrnekirina dil, zirarê dide kezeba reş û heta mirinê dibe. Bombeya gazê ku weke çeka şere di bûyerên civakî de tên bikaranîn divê bê qetexekirin, dema li serê mirovan dikeve travmeya ser û di encama vê de jî seqetmayîn an jî dibe sedema mirinê."
'DIVÊ DAWÎ LI REŞANDINA ÇEK A LI SER MIROVAN BÊ'
Okten diyar kir ku, Wezareta Tenduristiyê dizane ku bombeya gazê çekeke kîmyewî ye û Miduriyeta polîsan zêdetir pêwîstî ji gazê re heye û stoqên hatine kirin jî têr nake. Okten bibîrxist ku, heta niha gelek kes ji ber gazên îsotê û gazê jiyana xwe ji dest dane. Okten diyar kir ku, ji ber derbarê sînorkirina bikaranîna gaz û çekên kîmyewî de tu zagon nehatiye sererastkirin, her çiqas diçe bikaranîna bombeyên gazê zêde dibe. Okten ev tişt gotin: "Lê di Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, bi biryara di 10'ê nîsanê 2012'an de bi hejmara 9829/07 bikaranîna bombeyên gazê yên 'kes û komên di bin qontrolê de' ne de, cara yekemîn di Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê ya zagona îşkence û muameleyên nebaş ên din sererast dike, madeya 3'êmîn binpê dike nirxand û Tirkiyeyê mahkûm kir.
Li Tirkiyeyê bikaranîna bombeyên gazê, şûna ku bûyeran bixe bin qontrolê pêk bîne, tirs bixe nava taxê, çewsandina mirovan, mirovan 'hepiskirina nava malê' bikar tîne. Em dibêjin divê li Tirkiyeyê bombeyên gazê yên kîmyewî li ser mirovan ve neyên reşandin."
Endamê Konseya Navenda TTB'ê Îsmaîl Bulca jî diyar kir ku, ew cîhaneke ku aşitî li hemberê tundiyê serdest dixwaz in û dawî li tûndiyê bê.