Ocalan perspektîfa pêşerojê pêşkêş kir

Akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanan destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyama xwe ya dîrokî re berpirsyariyên Enqereyê bibîr aniye û perspektîfeke pêşerojê pêşkêşî her kesî kiriye.

Rojnamevan Celal Başlangiç, peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî erênî nirxand. Başlangiç diyar kir ku wî beriya niha nivîsek bi naveroka "Dema peyama dîrokî hat xwendin, wê kes berê xwe nede Qendîlê, wê her kes li Enqereyê binêre" nivîsandiye û anî ziman ku Ocalan berî Qendîlê kar û berpirsyariyên Enqereyê aniye bîra Enqereyê. Başlangiç bibîr xist ku eger Heyeta Şopandinê û Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê ya ji parlamenteran were avakirin, kongre dikare bicive û anî ziman ku di rewşeke hewl hat dayîn di navbera Îmrali-Qendîl an jî Qendîl-HDP'ê de lihevnekirine heye were nîşan dan de, derket holê ku di navbera hikûmet û Îmraliyê de derizînek heye. Başlangiç da xuyakirin ku gog li Enqereyê ye û çavdêriyên xwe yên Newroza Amedê vegot; "Hikûmetê ev kiriye, ew kiriye, qet ne xema gelê Kurd e. Amade ye ku destê dirêjî wan tê kirin bigire, eger ev dest neyê dirêjkirin, wê meşa xwe dewam bike."

Başlangiç peyama Ocalan a di mijara hêzên kapîtalîst û emperyalîst de dayî jî nirxand û diyar kir ku Ocalan destnîşan kiriye ku piştî DAIŞ'ê di mijara astegkirina jiyana li Rojhilata Navîn şîn bibe de, bi emperyalîzmê re wê pevçûnên cidî derkevin holê. Başlangiç ragihand ku Ocalan bi destnîşankirina "Ruhê Eşme" re peyama "Em ne dijmin in, dost in" ji gelên Tirkiyeyê re hatiye dayîn û got, "Çawa ku di parastina tirbê de bi hevkarî hat kirin, çawa ku YPG û hêzên çekdar li hev rûniştin, li Tirkiyeyê ji bo avfirandina jiyaneke nû jî dikarin bi hev re tevbigerin. Min ev peyam bi vî rengî xwend." Başlangiç diyar kir ku Ocalan bi peyama xwe ya dîrokî re gelekî nêzî Qendîlê ye û got, "Ne ew peyam e ku dilê hin kesên dixwazin di bin navê aştiyê de pirsgirêka Kurd 'bi erzanî' çareser bike, xweş bike."

OCALAN PERSPEKTÎFEKE PÊŞEROJÊ PÊŞKÊŞÎ HER KESÎ KIR

Akademîsyen û nivîskar Dogû Ergîl anî ziman ku Ocalan bi vê peyama xwe re nîşan da gotinên "Ev kar qediya, êdî aştî hatiye Tirkiyeyê" yên hikûmetê ne rast in û destnîşan kiriye ku çek ancax bi peymanekê dikare bêdeng bibe. Ergîl diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi berfirehkirina demokrasî, maf û azadiyan, bi rêbaza rêveberiya dûrî navendîperestiyê dibe, lê belê di vir de pirsgirêka el û rêveberiya Tirkiyeyê ji vê re amade ye yan na, derdikeve holê. Ergîl ragihand ku peyama Ocalan bi gotineke sosyalîzan destpê kiriye, du nuqteyên diyarker ên vê gotinê yek jê emperyalîzma kapîtalîst a din jî netewe dewlet e ku zarokê wê ye. Ergîl got, "Çima netewe dewlet? Ji ber ku heta ku îdeolojiya xwe neteweperestî be û neteweperestî li ser bingeha etnîkî be, civak parçe dibin û pêşî li yekbûna wan tê girtin. Lewma behsa komareke demokratîk a her kes bi nasname û awayekî wekhev tê de cih bigire, tê kirin. Li welatekî ku netewe dewleta Tirk xwe ewçend bi tundî ferz dike û neteweperestî weke xala hevpar tê destnîşankirin de, pêkhatina vê yekê hêsan nîne. Lê belê eger pêk neyê jî, çareserî ne pêkane. Ji ber vê yekê Ocalan perspektîfeke pêşerojê pêşkêşî her kesî kiriye û çi zû çi jî dereng wê ev perspektîf pêk were. Peymana ji bo vê were kirin û muzakereyên ber bi vê peymanê, wê qet hêsan nebe." Ergîl anî ziman ku ew gotina Ocalan a "Ruhê Eşme" weke peyamek tevgereke bi hev er ya gelên Tirkiyeyê dinirxîne û got, "Eşme cihekî di bin kontrola YPG'ê de ye. Ev der xaka qanûnî ya Tirkiyeyê nîne. Xaka qanûnî ya Tirkiyeyê cihê berê yê li gundê Karakozak ê tirba Silêman Şah lê bû ye, ku di peymanên navneteweyî de hatiye qebûlkirin. Tirkiyeyê ew der bi daxwaza xwe terikand. Niha ev der bi awayekî fîlî hatiye dagirkirin û parastina vê derê jî ancax ji aliyê YPG'ê ve were kirin. Ocalan di vê peyama xwe de dibêje, ku ev yek ji xwe pêk hatiye û niha dor hatiye ku ev hevkarî di siyasetê de jî were kirin. Destnîşan dike ku divê bi tevgereke bi vî ruhî re pirsgirêk werin çareserkirin." Ergîl da zanîn ku li Tirkiyeyê hejmara mirovên vê peyama Ocalan fêm bike gelekî kêm e. Ergîl hişyariyên Ocalan ên di mijara çeteyên DAIŞ'ê de jî nirxand û anî ziman ku Ocalan diyar dike ku DAIŞ di encama rêveberiya nebaş a dewletên nekarîne bibe netewe û bi bandora emperyalîzma cîhanê bi awayekî çêkirî derketiye holê û di vir de jî ne neheq e. Ergîl da xuyakirin ku ji aliyê giştî ve wî peyama Ocalan erênî dîtiye û diyar kir, ku hikûmet bi erênî nêzî mijarê nabe. Ergîl da zanîn ku hikûmet ji bo girîngiya pêşnûmeya Ocalan a ji 10 xalan nîşan nede, çi ji dest tê dike û got, "Hikûmet vê yekê ne weke peymaneke fermî weke pêşnûmeyeke demî dibîne. Welatîbûna wekhev a Destûa Bingehînî eger heta niha pêk bihata, ji xwe piraniya pirsgirêkan wê ji holê rabûna. Ji holê rabûna netewe dewletan bûyereke gelekî zehmet e û wê demeke dirêj dewam bike."

PEYAMA OCALAN AŞKERABÛNA VÎNA GELÊ KURD E

Eren Keskîn da xuyakirin ku Newroza Amedê li hemberî polîtîkayên neçareseriyê bersiveke gelê Kurd e. Keskîn diyar kir ku peyama Ocalan, aşkerabûna vîna gelê Kurd a di mijara aştiyê de ye. Keskîn bibîr xist ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye û di vê pirsgirêkê de para hêzên emperyal gelekî zêde ye, lewma banga Ocalan a li hêzên emperyal girîng e. Keskîn da zanîn ku ev peyam hem ji aliyê Tirkiyeyê hem jî ji aliyê qada navneteweyî ve xwedî hişyariyekê ye û got, "Ocalan ji hikûmetê re dibêje tu neçarî berpirsyariyên xwe bicih bîne. Ji hêzên navneteweyî re jî dibêje em ê nekevin nava lîstikên we."

PÊŞVEÇÛNA PÊVAJOYÊ BI AVÊTINA GAVÊN HER DU ALIYAN DIBE

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan da xuyakirin ku divê peyama Ocalan weke dewama deklerasyona hevpar a di 28'ê Sibata 2015'an de hat aşkerakirin, bê dîtin. Turkdogan bal kişand ser girîngiya deklarasyona ji 10 xalî û got, "Hikûmetê metna deklarasyonê ya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye nivîsandin qebûl kiriye û di wê metnê de bi 10 serenavî re pîvanên li ser demokratîkbûyîn û rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd cih digirin." Turkdogan diyar kir ku Ocalan berpirsyariyên her du aliyan aniye bîra wan û ji aliyekî ve ji PKK'ê re dibêje eger wê demokratîkbûyîn pêk were civandina kongreyê êdî pêwîste, li aliyê din jî ji hikûmetê re dibêje eger muzakere wê destpê bike, divê mekanîzmayên li parlamentê weke Desteya Şopandinê, Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê bikevin dewrê." Turkdogan diyar kir ku ev yek gavên paralelî hev bên avêtine û got, Birêz Ocalan dibêje ku divê komek ji Heyeta Şopandinê û komek ji parlamentê beşdarî kongreyê bibin. Ev yek jî tê wê wateyê ku nûnerên mekanîzmayên di pêvajoya muzakereyê de hatine avakirin bi awayekî fermî beşdarî kongreya PKK'ê bibe. Diyare bi gavên her du aliyan re tê plankirin ku di demeke nêz de kongre were civandin."

Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz jî ragihand ku peyam xwedî heman naveroka nameya beriya niha di 28'ê Sibatê de li Dolmabahçeyê hat aşkerakirin e û anî ziman ku di vê peyama dîrokî de bendewariya avêtina hin gavan ji hikûmetê aniye ziman, ku ji bo çek weke gefekê li naverastê nemîne. Tahmaz nirxandina Ocalan a li ser emperyalîzmê nirxand û destnîşan kir ku siyaseta li hemberî DAIŞ'ê tê meşandin, banga avakirina jiyaneke nû ya li dijî planên hêzên emperyalîst û global e.