NY’yê dawî li peywira çavdêrên xwe yên li Sûriye anî

NY’yê dawî li peywira çavdêrên xwe yên li Sûriye anî

Neteweyên Yekbûyî demek beriya ku çavdêrên leşkerî yên NY’yê li Sûriyeyê peywira xwe bi dawî bikin, dawî li peywira wan anî.

Balyozê Franse Gerard Araud, piştî civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’yê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo berdewamkirina karê çavdêran li Sûriyeyê tu şert û merc nemane.

Ev mîsyona çavdêrên NY’yê ya li Sûriyeyê parçeyek ji plana aşitiyê ya nunerê taybet ê NY’yê Kofî Annan bû. Rayedaran dan zanîn ku beriya demekê li nêzî otela çavdêr têde diman teqînek pêk hatiye û ev yek jî bandor li vê biryarê kiriye.