BI DÎMEN

Nûnerê Asûrî – Suryaniyan: Divê Ewropa li dijî qetlîaman bikevin dewreyê

Berpirsyarê Elmanya yê Yekîtiya Asûrî - Suryaniyên Ewropa Bergîn ê ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bû, bang li welatên Ewropa kir ku li dijî qetlîamên AKP’ê bêdeng nemînin.

Çalakiya rûniştênê ya li dijî qetlîamên deweta Tirk ê li ser Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropa (AK), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin di roja 9. de didome. Di çalakiya ku ji gelek beşan beşdar dibin Degelegasyona Yekîtiya Asûrî - Suryaniyan jî cih girtin. Heyeta Asûrî – Suryanî ya ku di çalakiya kon de amade nûm ji bo pişgirî dayîna gelê Kurd, bang li welatên Yekîtiya Ewropa (YE) kir ku li hember pêkanînên Tirkiyeyê bikevin nava hewldanan.

‘DIVÊ SAZIYÊN EWROPA DAWÎ LI QETLÎAMAN BÎNIN’

Berpirsiyarê Elmanya yê Yekîtiya Asûrî –Suryanî yê Ewropa Azîz Gergîn bal kişand ku Tirkiye xwedî dîrokekî tijî ji qetlîaman e û wiha anî ziman: “Qetlîamên ku faşîzma Tirk li ser Kurdan kirî, di sala 1915’an jî li hember gelê Asûrî – Suryaniyan jî kiriye, îro em jî bi Kurdan re heman pêvajoyê dijîn. Di heman demê de ji bo rawestandina van qetlîaman jî me daxwaz ji DMME’yê kiriye.

BANGA JI BO GEL

Berpirsyarê Elmanya yê Yekîtiya Asûrî –Suryanî yê Ewropa Gergîn di dawî ya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo gelê Kurd, Ermenî, Asûrî – Suryanî û hemû gelên Mezopotamyayê azad, demokrasî û jiyan hevpar bijîn, banga têkoşînê kir.