Nûçeya ‘Mandela vegeriya mala xwe’ hat derewandin
Nûçeya ‘Mandela vegeriya mala xwe’ hat derewandin
Nûçeya ‘Mandela vegeriya mala xwe’ hat derewandin
Nûçeya der barê ku rêberê efsaneyî yê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela ji nexweşxaneyê derketiye hat derwandin.
Ji aliyê Serokê Dewleta Başûrê Afrîkayê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku rewşa Mandela krîtîke lê bi îstîkrar e û got di rewşa neîstîkrarbûnê de dê mudaxaleya tibî ferz bikin.
Çapemeniya Başûrê Afrîkayê di saetên sibê de diyar kir ku Mandela ku ji 8’ê hezîranê de li Pretorîa li nexweşxaneyê bûye, ji nexweşxaneyê çûye mala xwe ya Johannesburg.
Nelson Mandela yê 95 salî ji 8’ê Hezîranê ve,ji ber sedema enfeksiyona kezeba spî rakiribûn nexweşxaneya Pretoriayê.
Hefteya borî doktoran diyar kiribun ku rewşa Mandella a tendirustiyê ‘girane lê bi biryare.’
Pirsgirêkên kezeba spî ya Mandella ji demên di zindana Grava Roben ku salên dirêj têde mayî tê. Mandela ji sala 2012’an heta niha 4 caran rakirine nexweşxaneyê.