Nobeta bênavber a bi boenya azadiya Rêberê Gelê Kurd li ber Konseya Ewropayê (KE) ya li Strasbourgê hatiye destpêkirin di hefteya 4’emîn.
Çalakiya bi beşdariya koma ji 5 kesan di 25’ê hezîranê de li ber KE’yê hate destpêkirin, her hefte ji aliyê komeke din ve tê dewrkirin û berdewam dike.
Di destpêka çalakiyê de dosyayên der barê jînameya Ocalan û daxwazên çalakgerên Kurd de dosyayek pêşkêşê her yek ji Serokatiya Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE), Serokatiya Konseya Ewropayê, Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê, Komîseriya Mafê Mirovan a Ewropayê û Serokê Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê hatibûn kirin.
Di hefteya çaremîn de nobet ji aliyê 5 kesên ji bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin ve hate wergirtin. Ji çalakgerên jin Fatoş Kaya Yener got; “Tecrîda li ser Rêbertiyê sucê miorvahiyê ye” û bal kişand ku nêzî salekê ye hevdîtin bi Ocalan re pêk nehatiye.
Yener bi bîr xist ku wana di nava 35 kesên ji Swîsreyê ji bo piştgirî bidin greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ya ji aliyê 15 kesan ve hatibû destpêkirin û 50 rojan berdewam kirin jî hatibûn de cih girtibûn û got; “Em niha ji bo azadiya Rêbertiyê nobetê dewr digirin.”
Yener destnîşan kir ku ew ê heta azadiya Ocalan çalakiya xwe berdewam bikin û got; “Ez weke dayîka gerîlayekî aşitiyeke bi rûmet dixwazim. Em dixwazin zextên li ser Kurdan bi dawî bibin û êdî ciwanên Kurd neyên kuştin.”
Yener bang li jinên Tirk jîkir û got; “Ji bo aşitiyeke bi rûmet werin em dest bidin destên hev.”
Çalakgerek din Adil Cizîrî jî got; “Nêzî salekê ye tecrîd li ser Rêberiya me heye. Di şexsê Rêbertiya me de hemû Kurd têne tecrîdkirin.”