Çalakiya nobetê ya ku ji aliyê Kurdan ve li ber avahiya Konseya Ewropa (KE) ya li Strabourgê tê meşandin, di hefteya 5’emîn de ye.
Nobeta bênavbera a ku ji aliyê Însîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi beşdariya 5 kesan di 28’ê hezîranê de hat destpêkirin, di hefteya 5’emîn de ye.
Vê duşemê, nobet ji aliyê 5 kesên ji bajarê Saarbrüken a Almanyayê hatin ve dewr hat girtin. Hefteya borî jî komek ji Swîsreyê hatibû û çalakiyê dewr kiribû.
Ji çalakgerên nobet dewr girtin, Ekerm Yavuz ragihand ku ew beşdarîçalakiya greva birçîbûnê yak u di 1’ê adarê de hatibû destpêkirin jî bûye û got; “Em ji bo jiyaneke azad hatine vir. Heta azadiya Ocalan ev çalakiya me dê berdewam bike.”
Yavûz da zanîn ku ew bi xwe jî bavê gerîlayan e û got; “Ez bi xwe bavê şehîdekî me. Kurê min Hamza Havuz piştî derbeya 12’ê Îlonê ya di sala 1982’yê de 8 salan di Zîndana Amedê de ma. Di sala 2000’ê de şehîd bû.”
Yavuz destnîşan kir ku Kurd ji keyfa xwe naçin sere çiyê û got, “Gundên Kurdistanê hatin şewitandin. Li Kurdistanê gundên bê mirov hene. Bi hezaran mirovên di girtîgehan de ne, mafê her mirovek heye bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, lê yê me tune. Em jî weke her kesê dixwazin jiyaneke azad bijîn.”