Nobeta Edaletê li ber Girtîgeha Kiriklarê dewam kir

Malbatên girtiyan, li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê li Nobeta Edaletê dewam kir.

Malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî, Nobeta Edaletê ya roja 83’yan li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê girt. Malbatan berdilkên “Ji girtiyên nexweş re azadî“ nivîsandî li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan“ û “Heq, hiqûq û edalet“ berz kirin. Endamên Nûneriya Herêma Egeyê ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) piştgiriya çalakiya malbatan kir. 

Rêvebirê DBP’ê Kerem Ay ê di çalakiyê de axivî û daxwaza bidawîkirina binpêkirina mafan di girtîgehan de kir. Ay, banga dermankirina girtiyên nexweş û berdana wan kir û wiha got: “Bila girtiyên nexweş li bal malbata xwe bên dermankirin. Heta ev daxwaz bi cih werin, em ê werin ber girtîgehan. Em hevrêyên xwe yên di girtîgehan de tu car bi tenê nahêlin.“