Nobeta Edaletê: Bila daxwazên girtiyan bên pêkanîn

Di roja 108’an a Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan de, car din hat xwestin ku daxwazên girtiyan bên pêkanîn.

Malbat dixwazin ku girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayê berdan, bên berdan û tecrîda li girtîgehan û binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibin.

Xizmên girtiyan di roja 108’an a çalakiya Nobeta Edaletê de li ber Baroya Îzmîrê hatin ba hev.

Rêvebirên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karabaglarê piştgirî dan malbatan.

Hevserokê HDP’ê yê Karabaglarê Îsmaîl Başçi diyar kir ku zext û polîtîkayên tecrîdê li ser girtiyan heye û got: “Li dijî zextan, girtiyên nexweş Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirine. Bila zexta li ser girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine bi dawî bibe û demildest daxwazên wan bên pêkanîn.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 37’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li ber Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 29’an de berdewam dike.

Dayik Îlker, diyar kir ku îro di hevdîtina vekirî de kurê xwe dîtiye û bi lêv kir ku kurê wê duh bi awayekî bi sedyeyê kelemçekirî ve rakirine nexweşxaneyê. Dayik Îlker tiştên ku kurê wê jiyane wiha vegot: “Duh di hucreyê de dilê Ekîm teng dibe. Li zîlê dixe û wî dibin revîrê. Li rêvîrê rêya damarê tê vekirin û pişt re radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê. Li wir tedawiyeke çawa dikin nizanim. Hem destên wî tên kelemçekirin hem jî bi sedyeyê ve tê kelemçekirin û dibin nexweşxaneyê. Nikarin ev qas îşkenceyê li girtiyekî hem di çalakiya greva birçîbûnê de hem jî nexweşê dil bikin. Me dikarî Ekîm winda jî bikin. Midûrê girtîgehê yê yekemîn Alî Riza Yildirim divê di derbarê tenduristiya kurê min de agahiyê bide. Ez dixwazim hevdîtinê bikim agahiyê jî nadin. Tiştek bi serê kurê min were midûrê girtîgehê û Wezareta Dadê berpirsyar in.”

Îlker, da zanîn ku kurê wê yê piştî tetkîkên wî hatin kirin nebirine beşa endokrînolojiyê qebûl nekiriye wî bibin beşa cerrahî û anî ziman ku kurê wê paş ve birine qawişa wî û çalakiya wî ya greva birçîbûnê berdewam dike.